Li Qaemşehrê cezayê girtinê ji bo welatiyekî Bahaî û li Urmiyê jî binçavkirin

Dadgeha Şoreşê ya Îranê 2 sal û 1 roj cezayê girtîgehê da welatiyê Bahaî Frank Zabihî, li aliyekî din jî li Urmiyê zarokek bi navê Befrîn Ehmedûş û du apên wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zext û binpêkirin bê navber didome. Welatiyek Bahaî hat cezakirin û zarokek bi malbata xwe re hat binçavkirin.

Bi hînceta belavkirina baweriya Bahaî û propagandaya li dijî rejîmê

Welatiyê Bahaî Frank Zabihî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Qaemşehrê ve bi cezayê girtîgehê û bêparkirina ji gelek mafên civakî hatiye mehkûmkirin. Li gorî biryarê, Frank Zabihi bi tohmeta "belavkirina baweriya Bahaî û propagandaya li dijî rejîmê" 2 sal û 1 roj cezayê girtîgehê û 2 sal bêparkirina ji mafên civakî wergirtiye. Frank Zabihi di meha Nîsanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û piştre hate girtin. Roja din bi kefalet ji Girtîgehê Tirkela ya li Sari hate berdan.

Girtina zarokan

Li gorî raporek ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatiye weşandin, Befrîn Ehmedûş, zarokek ji gundê Keçele yê Urmiyê, ji aliyê hêzên Ajansa Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatiye girtin û birine cihekî nediyar. Li gorî raporê, Befrîn Ehmedûş, ligel her du apên xwe, Şaban û Îbrahîm Ehmedûş, di serdegirtina hêzên ewlehiyê ya li ser mala malbata wan de di saetên serê sibê yên roja Yekşemê 16’ê Tebaxa 2026’an de bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin.

Binçavkirina endamên malbata Ehmedûş rojek piştî wê yekê hat ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê raporek weşand ku hêzên ewlehiyê gund dorpêç kiriye. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe de diyar kir ku tevî ku malbatê bi berdewamî ji bo agahdariya li ser rewşa zarok serlêdan kiriye û bi berdewamî dişopîne jî, saziyên ewlehî û dadwerî dîsa jî ji bersivdayînê û dayîna daxuyaniyekê li ser vê mijarê dûr ketine.

Heta dema amadekirina vê raporê, derbarê sedemên binçavkirina Befrîn Ehmedûş an jî sûcdariyên li dijî wê de ti agahî tune ye.