Li Qada Galatasarayê banga edaletê: Bila aqûbeta windayên me bê eşkerekirin

Dayîk û Mirovên Şemiyê di hefteya 1118’emîn de li Qada Galatasarayê li dar xistin û bi boneya 30’ê Tebaxê Roja Navneteweyî ya Windakirinên Bi Zorê daxuyanî dan, wan bal kişand ser polîtîkayên înkar û bêcezatiyê.

Stenbol – Dayîk/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Windayan bibînin, sûcdaran bidarizînin” di hefteya 1118’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bi boneya 30’ê Tebaxê, Roja Navnetewî ya Windakiriyên bi Darê Zorê daxuyanî hate dayîn. Metna çapemeniyê ji aliyê Endama Komîsyona Windakirinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sebla Arcan ve hate xwendin. 

‘Windayên me li ku ne?’

Sebla Arcan diyar kir ku 30’ê Tebaxê, Roja Navnetewî ya Windakiriyên bi Darê Zorê, rojek hevpar a têkoşîna li çaraliyê cîhanê ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên ku bi zorê hatine windakirin û wiha got: “Sibe, li çar aliyê dinyayê xizmên windakiriyan, ji bo zanîna aqûbeta hezkiriyên ku bi zorê hatine winda kirin heman pirsê di pirsin: Li ku ne? Em jî wek beşek ji vê têkoşînê, li Galatasarayê, dipirsin: Windakiriyên me li ku ne? Ji ber ji bo me, windakirina bi zorê ne tenê windakirina kesekê di bin kontrola dewletê de ye. Înkarkirina paşê, bêbandorkirina lêpirsînan û parastina kiryaran jî berdewamiya vî sûcî ye.”

Sebla Arcan, da zanîn ku xizmên wê piştî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û êdî venegeriyane û diyar kir ku dewlet li şûna eşkerekirina aqûbeta windayan, polîtîkaya înkarê meşandiye û got: “Lêpirsîn bêbandor mane. Delîl hatine reşkirin. Kiryar û berpirsiyar hatine parastin. Bi înkar û bêcezatiyê sûc hatine veşartin.”

‘Erkê dewletê ne veşartina sûcan e’

Sebla Arcan anî ziman ku heta înkar û bêcezatî berdewam bikin, rastî û edalet nayê pêkanîn û wiha domand: “Heta înkar berdewam bike, rastî dernakeve holê. Heta bêcezatî berdewam bike, edalet nayê pêkanîn. Bêyî edaletê, pêşî li binpêkirinên nû nayê girtin. Ji ber vê, daxwaza me ne tenê dîtina hezkiriyên me yên winda ye. Em dixwazin rastî bê eşkerekirin, ji kiryar û berpirsiyaran hesab bê pirsîn, edalet bê pêkanîn û carek din kes bi zorê neyê windakirin.”

Sebla Arcan bi boneya 30’ê Tebaxê, Roja Navnetewî ya Windakiriyên bi Darê Zorê

bang li desthilatê kir û got: “Erka dewletê ne veşartina sûcan e, eşkerekirina wan e. Ne parastina kiryarane, hesabpirsîna ji wan e. Ne bêdengkirina malbatan e, garantîkirina mafê wan ê zanîna rastiyê ye. Em normalîzekirina pergalek ku binpêkirinan çêdike qebûl nakin. Bêyî hevrûbûna sûcên giran ên rabirdûyê, bêyî eşkerekirina rastiyê, bêyî naskirina mafên widayan û bêyî jiholêrakirina bêcezatiyê, behsa aştî û demokrasiya rast nayê kirin.”

‘Bila aqûbeta windayên me bê eşkerekirin’

Sebla Arcan, destnîşan kir ku divê pergaleke hiqûqî ku mafê mirovan dike navend bê avakirin û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê aqûbeta kesên me yên winda bê eşkerekirin. Divê kesên me yên winda bên dîtin. Divê kiryar û berpirsiyar bên ronîkirin. Divê sûcên windakirina bi zorê bi bandor bên lêkolînkirin. Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin. Divê mafê me yê zanîna rastiyê bê garantîkirin. Divê pergala ku binpêkirinan çêdike demokratîk bibe.”

Sebla Arcan diyar kir ku heta aqûbeta windayan eşkere nebe û berpirsiyar hesab nedin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em windayên xwe ji bîr nakin. Em înkarkirinê qebûl nakin. Em bêcezatiyê qebûl nakin. Em dev ji daxwaza xwe ya rastî û edaletê bernadin.” 

Eren Keskîn: Kiryar diyar in

Piştî daxuyaniyê Parêzer Eren Keskîn, bal kişand ser îmzenekirina Tirkiyeyê ya peymana derbarê roja navneteweyî ya windakirinên bi zorê. Eren Keskîn, diyar kir ku hewl tê dayîn ku dosyayên derbarê kesên bi zorê hatine windakirin bi hinceta demboriyê bên girtin û wiha got: “Ger dewletek bi rastî dibêje ew ê dosyayên ku nehatine zelalkirin çareser bikin, beriya her tiştî peymanên navneteweyî îmze dike. Lê belê Komara Tirkiyeyê bi zanebûn vê peymanê îmze nake. Hewl didin biryara demboriyê derbarê dosyayên kesên bi zorê hatine windakirin de bidin.” 

Eren Keskîn daxuyaniyên dawî yên Wezareta Dadê yên derbarê çareserkirina dozên neçaresernekirî de bi bîr xist û got: “Piraniya van dozan bi rastî ne kiryar nediyarin, kiryar diyarin. Ger wezaretê bixwesta, malbat dê derbarê vê mijarê de alîkariya dozgeran bikirana. Hemû daxwazên me hatine redkirin. Biryara demboriyê hate dayîn.”

‘Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derbikevin’

Birayê Ridwan Karakoç, Hasan Karakoç, diyar kir ku ew 32 sal in ji Qada Galatasarayê bang li rayedaran  dikin û got: “Bila kiryar bên dîtin, bila berpirsiyar bên darizandin. Zarokên li vir ji dayîk bûne niha 32 salî ne. Ev bi salan e em têdikoşin, lê tu pêşketin çênebûye. Dayîk û bavên me yê Şemiyê jiyana xwe ji dest dane hene. Bêyî ku rewşa zarokên xwe bizanibin jiyana xwe ji dest dan. Em ê li cihê wan xwedî li vê têkoşînê derbikevin. Ti windahiyek ku me ne aniye ziman nemaye.”

‘Em bîra rabirdûyê ne’ 

Birayê Cemîl Kirbayir, Mikaîl Kirbayir, anî ziman ku Qada Galatasarayê ne tenê qadeke, di heman demê de cihek ê bîrê ye û got: “Em bîra rabirdûyê ne. Em natirsin, em dev jê bernadin. Heta ku çarenûsa hezkiriyên me neyê eşkerekirin û sûcdar neyên darizandin, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”