Mamosteyên Kobanê: Sînorkirina Kurdî bi çend saetan nayê qebûlkirin
Desteya Perwerdê ya Kobanê li dijî biryara hikûmeta demkî got, “Sînorkirina zimanê Kurdî bi çend saetan ve nayê qebûlkirin. Em mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin.”
Kobanê – Biryarnameya hikûmeta demkî ku di 27’ê Tebaxê de têkildarî rewşa zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê dabû, rastî bertekan hat. Li gor biryarnameyê, zimanê Kurdî di nava heftiyê de bi 3 dersan hat sînorkirin. Ev biryarname li Rojavayê Kurdistanê bû sedema hêrs û nerazîbûnan. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Kobanê, li dijî vê biryarê helwesta xwe bi daxuyaniyekê nîşan da.
Daxuyanî li dibistana Şehîd Seydo, bi tevlîbûna bi dehan mamoste û rêveberên dibistanan hate dayîn û ji aliyê mamoste Îlham Misko ve hat xwendin.
‘Em vê gavê wek destpêkek dibînin, lê ev qet têr nake’
Îlham Misko di daxuyaniya ku li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û perwerdeya bi Kurdî hatibû amadekirin de got ku “Em biryara dawî ya ji bo ku zimanê kurdî di warê perwerdê de bi awayekî berfirehtir û sazûmanî cih bigre, ji bo hemû kesên ku bi salan e di vî warî de ked dane, wekî pêşketineke girîng dibînin.” Îlham bal kişand ser cihdayîna Kurdî di mîhraca perwerdê de û wiha domand: “Ji bo hem zarokên Kurd bikarin bi zimanê xwe re têkiliyeke xurtir deynin û hem jî zimanê me di saziyên perwerdê de zêdetir cih bigire, bêguman gavake erênî ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hînkirina zimanê Kurdî wekî çend saetan di hefteyê de û mîsogerkirina mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê, ne heman tişt in û wiha hat domandin: “Em vê gavê ne wekî dawîyekê, wekî destpêka sîyasete zimanî û perwerdeyê ya berfirehtir dibînin.”
‘Kurdî ne zimanekî biyanî an jî bijarte ye’
Di daxuyaniyê de gelek xalên krîtîk hatin destnîşankirin û wiha hat gotin: “Kurdî ne zimanek e ku divê wekî zimanekî biyanî an jî bijarte bê hînkirin. Kurdî zimanekî zindî ye ku dîrok, çand, bîra civakî û nasnameya kurdan hildigre. Ji ber vê yekê, sînordarkirina hebûna zimanê Kurdî di perwerdê de bi çend saetan û bi hilbijartina çend dersên bijarte, hêvî û daxwaza rewa ya civaka Kurd bi tevahî pêk nayne. Standardên navneteweyî yên mafên mirovan û perwerdeyê jî girîngiya bikaranîna zimanê dayîkê bi zelalî nîşan didin. Di rêkeftina Neteweyên Yekbûyî û nêrînên UNESCO’yê de tê tekezkirin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo wekhevî û hînbûnê bingehîn e. Bi taybetî li Cizîr, Kobanê, Efrîn û herêmên din ên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, divê pergalek bê avakirin ku zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin.”
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne dijberî ye, parvekirina jiyanê ye’
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pirzimanî û pirçanda Sûriyeyê rastiyek e. Lewra di daxuyaniyê de tê gotin ku: “Perwerdeya zarokên Kurd a bi zimanê Kurdî ne dijberî perwerdeya zarokên Ereb a bi Erebî ye. Berovajî vê, modela perwerdeya ku ziman û nasnameyên cuda tê de bi awayekî wekhev tên nasîn, dê avakirina civakeke hevpar a Sûriyeyê xurttir bike. Mesele ne tenê ew e ku di hefteyê de çend saetan dersên Kurdî bên dayîn. Mesele ew e ku zarok dê bi kîjan zimanî dest bi jiyana xwe ya perwerdeyê bikin, zanîna bi kîjan zimanî bi dest bixin û di navbera nasnameya xwe û pergala perwerdeyê de çawa têkiliyekê ava bikin.”
‘Pêdiviyeke xwezayî û mafê mirovî ye’
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew perwerdeya bi zimanê dayîkê ne wekî îmtiyazekê, wekî pêdiviyeke xwezayî ya wekhevî, dadmendî, rûmeta mirovî û mafên zimanî dibînin. Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Ji ber vê yekê, em dixwazin statûya Kurdî di perwerdeyê de bi garantiyên destûrî, qanûnî û sazûmanî bê parastin. Sûriyeya ku tê de Kurdî, Erebî, Suryanî û zimanên din bi azadî bijîn û hebûna xwe bidomînin, dê demokratiktir, dadmendtir û bihêztir be.”
Daxuyanî bi drûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.