Li pêşengeha "Mirov/Dayikên Şemiyê” hefizeya salan tê bibîr xistin
Li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyan a Navneteweyî de, di pêşengeya “Dayikên/Mirovên Şemiyê” de hefizeya salan tê nîşan dan.
Stenbol- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 17-31’ê Gulanê ya Têkoşîna li dijî Windahiyan a Navneteweyî de ji bo pêşangeha "Dayikên/Mirovên Şemiyê " malvanî dike.
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ya di vekirina pêşangehê de axivî, diyar kir ku pêşangeh amûrek bi bîr anîna têkoşînê ye û wiha axivî: “Têkoşîna xizmên windayan û Dayikên Şemiyê pêşiya windakirina di binçavan de girtibû û dewlet dev ji înkarkirina Cemîl Kirbayir berda bû. Di van rojên ku ev sûc derbarê tên pêkanîn de, em wek Mirovên Şemiyê, dayik û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê balê dikişînin ser girîngiya mezinkirina têkoşînê.”
Di vekirina pêşangeha ku Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Bîçer û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglû jî axaftinek kir de, xwişka Hasan Ocak ê di binçav de hat windakirin Masîde Ocak jî diyar kir ku wêneyên di pêşangehê de ji bo têkoşîna wan girîng e. Pêşangeh dê heta 31'ê Gulanê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji gel re vekirî be.