Li Pakistanê barana zêde: 5 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê ji ber barana zêde û bi bandor 5 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 zarok jî hê windane.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê ev 2 roje ji ber barana zêde û bi bandor bandorek neyênî li jiyanê kir. Li herêma Bajaur ya eyaletê ji ber baranê mala ku hilweşiya 3 jê zarok û 5 kesên ku dibin xirbeyê de mane jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Shangla di encama hilweşîna banê malekê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan zarokek jî birîndar bû.

2 zarok winda ne

Berdevkê servîsa acil ya Pencap Rasool Khan di daxuyaniya da û diyarkir ku li Bada Chîna ya girêdayî herêma Shangla 2 zarok li ber lêhiyê çûne û winda bûne.

Alîkarê mudurê îdaereya Rêya beja yi Netewî Ghulam Abbas ragihand ku li eyaletê ji ber barana zêde, bandor li gihandinê kiriye trafîka rêya bejayê ya Karakoram, herêma Kohsitan ya Hayber Pakhtunkhwa û herêma Gilgit-Baltistan ya Diamer gelek xal hatine rawestandin.

Wê baran berdewam bike

Bajarên Peşaver, Nowshera û Bannu ya Pakistanê û herêmaên Shangla û Bajaur gelek malên ku ji ber barana zêde û bayê xisar dîtin. Di daxuyaniya ji aliyê daîreya Meteorolojî ya Pakistanê hatî dayîn de, hate diyarkirin ku 24 saetên li pêşiya wan, wê li zozan û li beşên çiyayî baran berdewam bike.