Li Ohioyê zaroka ku di encama destdirêjiyê de ducanî bû ji mafê kurtajê hat bêparkirin

Li Ohioyê zaroka keç a 10 salî ku du caran ji aliyê mêrekî 27 salî ve hat tecawizkirin û ducanî bibû ji mafê kurtajê hat bêparkirin û neçar ma ku biçe Indiana ji bo kurtajê bike.

Navenda Nûçeyan - Li Ohioyê zaroka keç a 10 salî ku du caran ji aliyê mêrekî 27 salî ve hat tecawizkirin û ducanî bibû ji mafê kurtajê hat bêparkirin, piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkî biryara betalkirina biryara doza "Roe v. Wade" da. Ji ber vê yekê zaroka keç neçar ma ku biçe Indiana da ku kurtajê bike.

 Piştî lêkolînan, rayedarên bilind li Ohio sûcdar Gershon Fuentes ê 27 salî, girtin û wî ji rayedaran re îtîraf kir ku wî herî kêm du caran zaroka keç a 10 salî tecawiz kiriye.