Li Misrê kampanyaya “Bi xwe biriyara xwe dayîn mafê mine”

Ji hêla Foruma Jinan û Bîranînê ve kampanye ya "Bi xwe biriyara xwe dayîn mafê mine" li ser malperên tora civakî li Misrê hat dest pê kirin. Foruma jinan a pêşengiya vê kampanyayê dikin bang li jinên Misrê dike ku li hemberî zehmetiyên rojane jin pêre ru bi ru tên rawestin, binivîsin û bidin dîtin.

Qahîra – Dayikên Misrî, bi rêya kampanyaya serhêl a bi navê "Bi xwe biriyara xwe dayîn mafê mine" ku 14'ê Adarê hate weşandin, mafê xwe di berpirsiyariya perwerdê de xwestin. Hîn jî mafê jinan nîne ku zarokên xwe ji dibisatanekê veguherînin dibistanek din. Qanûnên Misrê mafê xwedîkirna zarokan dide jinan û berpirsiyariyê jî dide mêran. Ev yek jî barê dayikên ku bi tena serê xwe berpirsiyariya zarokên xwe digire, girantir dike.
Jinên ciwan yên Misrî mafê xwe yê zewacê bêyî ku despêkê nêrîna malbat û xiziman bê girtin xwestin. Ji ber li Misrê bêyî hebûna xizman û di serî de nêrîna malbatê bingeh girtinê ev yek pêknayê. Ev jî bi xwe re pirsgirêkan çêdike.
Jinebiyên Misrê jî mafên xwe yê bikare bi xwe karê xwe di dam û dezgehên fermî de çareser bike bêyî hebûna bav, bira an jî mêrek nêzî wê pêre be xwestin. Mafê wan tineye dema bixwaze bi cihekê ve biçe zarokên xwe bê destura bapîrê wan bi xwe re bibe.
Tevgerên femînîst ên li Misrê hêvî dikin ku hikûmet dê bersiva daxwazên jinên ku ser li malperên tora civakî dane, da ku mafê xwe yê bi xwe berpirsiyariya xwe rakirinê bide.