Li Minbicê li dijî êrişan gel bi yekitî xaka xwe diparêze

Li Minbicê jinên ku rastî êrişên dewleta Tirk hatin diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê xaka xwe terk nekin û bi yekitiyê biparêzin.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic- Êrişên dewleta Tirk li dijî Minbicê berdewam dikin. Dewleta Tirk ku sivîlan dike hedef, di heman demê de çavkaniya jiyana gel jî talan dike.

Li Minbicê dewleta Tirk di 23’ê Gulanê de li gundê Um El-Setih du malbatan kir hedef û di encama êrişê de Fetîm El-Casim a 60 salî jiyana xwe ji dest da, hevjînê wê jî birîndar bû. Li gundê Ewseclî yê Biçûk ê girêdayî navçeya El-Meskene ya gundewarê Rojhilatê bajarê Helebê jinek ku ji lingê xwe birîndar bû, li nexweşxaneya ku tedawî didît piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da. Di vê êrişê de li gel du zarokan Zaila Al-Alî ya 40 salî hat amputekirin.

Kêliya êrişê anî ziman

Fetîm El-Casim kêliya êrişê ji ajansa me re anî ziman û wiha got: “Baxçeyê me li nêzî gund bû, malbata hevjînê min êvarê di kampa ku li nêzî baxçe danîbûn de diman, şefeqa roja pênşemê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund kirin hedef, dema hewl dan birevin dayika hevjînê min jiyana xwe ji dest da û bavê wî birîndar bû. Gund derdora 25-30 km. dûrî eniyên şer e.”

‘Çavkaniya jiyana me dikin hedef’

Elya Fadil ji pêkhateya Tirkmen e û ji gundê El-Eseliye ye êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û wiha got: “Gundê me nêzî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, rojane em rastî êrîşan tên, heta darên fistiqan ên ku 62 sal in hene, tên hedefgirtin, dewleta Tirk çavkaniya me ya jiyanê jî dike hedef. Ev çi bêwijdanî ye? Dewleta Tirk kargehên gazê û bîrên petrolê kirin hedef, zarokên me ji dengan gelek ditirsin. Bila dewleta Tirk a dagirker ji xaka me derbikeve.”

‘Em ê xaka xwe biparêzin’

Ji gundê El-Eseliye Rende El-Hacî diyar kir ku bi taybetî di dema zeytûnan de êriş çêdibin, da zanîn ku di van demên dawî de di dema fistiq û genim de êriş zêde bûne. Destnîşan kir ku zorî li xelkê dikin ji bo xaka xwe biterikînin û wiha got: “Dewleta Tirk wê negihîje armanca xwe, hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Tikmen em ê parastina xaka xwe bikin. Ji bo em ketina dagirkeran li ser xaka xwe asteng bikin emê di nava yekitiyê de bin.” Randa Al Hacî da zanîn ku wê xaka xwe û malbatên xwe ji her cureyê metirsiyan biparêzin. 

Fatma El-Hemdo jî ber bombebaranên bênavber berdewam dikin xemgîniya xwe ya der barê rewşa gel de wiha anî ziman: “Rojane em rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên, ev yek dihêle ku em û zarokên xwe gelek bitirsin, ev halê hemû welatî û gundan e, ji ber wê em naxwazin dagirker li ser xaka me bin.”