Li Mexribê jinek û sê zarokên xwe ji ber bêhna gazê jiyana xwe ji dest dan

Jinek û sê zarokên xwe li Mexribê di encama bêhna gaza butanê de jiyana xwe ji dest dan.

Mexrib – Li bajarê Sila yê Mexribê jinek û sê zarokên xwe di encama bêhna gaza butanê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî şahidan, piştî ku cîranan bêhna gaza ku ji malê derketî girtin ji rayedarên herêmê re ragihandin, lê heya polîs hatin dîtin ku jinek û sê zarokên xwe jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyê dayikê û sê zarokên wê ji bo otopsiye rakirin nexweşxanê.