Li Mexribê ji bo jinan komxebata ji bo sê rojan hat destpêkirin

Li Mexribê komxebatek bi beşdarbûna jinan ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyî ve hat destpêkirin. Di komxebata 3 rojan de wê li ser tenduristiya zayendî, zayîn, şîdeta zayendî û li ser rêbazên pêşîlêgirtinê perwerde ji jinan re bê dayîn.

Mexrib- Li Rabatê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, komxebata perwerdeyê ya 3 rojan a li ser tundiya li ser jinan, tenduristî û mafên zayînê yên zayendî hat destpêkirin. Komxebata ku duh li Mexribê dest pê kir, der barê tenduristiya zayendî, mafê tenduristiyê û tenduristiya zayînê de deriyê xwe ji hemû jinên Mexribê re û bi taybetî jî jinên ciwan re vedike.
Parêzerên pispor beşdar bûn
Komxebata perwerdeyê ya ku li Rabatê bi hevkariya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyî û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, ji hêla Balyoza Kanadayê ve jî tê piştgirîkirin. Endamên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên herêmê, pisporên tenduristiya zayendî û zayînê, pisporên mafên jinan û parêzer beşdarî komxebatê dibin. Di heman demê de di komxebata perwerdeyê de ku semînerên li ser sûcên zayendî tên dayîn, ji bo şopandina şîdeta zayendî jî dane tên berhevkirin.
Ji bo tenduristiya zayendî perwerde hatin dayîn
Dema ku jin ji bo karibin mafên xwe yên li ser bedena xwe bi dest bixin perwerdeyê dibînin, jin di mijara şîdeta zayendî de ku li herêmê nêrînek hevpar e û bi taybetî di nav jinên zewicandî de têkiliya bi hevjînên xwe re ku jê re tê gotin têkiliya bi darê zorê de jî tên hişyarkirin. Hat ragihandin ku ji bo jinan perwerdeyên bingehîn ên tenduristiya zayendî yên wekî zayendiya civakî û ji ducaniye parastin jî tên dayîn.
Tê plankirin ku di encama komxebata perwerdeyê de, hişmendiya mafên zeyendî, zêdebûna zayendî çêbibe. Li Mexribê tê plankirin ku analîza tenduristiya zayendî û tendirustiya di warê zayînê de jî di nav de rewşên heyî yên li welat werin eşkerekirin.