Mexrib – Li Mexribê sala borî di doza zarokeke keç a ku rastî 'tecawiza komî' hatibû ceza hatibû kêmkirin. Bi serhildana jinan re Dadgeha Îstînafê ya Rabatê cezayê girtîgehê yê 3 kiryaran zêde kir.
Dadgeha Rabatê ya Mexribê, li 3 mêrên ku ji ber erîşa zayendî ya li dijî keçeke 12 salî hatibûn mehkûmkirin, cezayên giran ên girtîgehê birî. Li kiryaran 20 sal û ji bo her 2 kesên din jî 10 sal ceza hat birîn.
Dadgehê beriya eşkerekirina biryarê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, bi hincetên parastina biçûkan û bi hinceta ku zaroka di encama tecawiza komî de ducanî bûye, zaroka xwe aniye dinyayê, bi parastina ku kesên ne reşîd û cidiyeta sûcê ku hatiye kirin di ber çavan de derbas kir û bi veşartî li zarok guhdarî kir.
Dadgeha Temyîzê ya Rabatê îsbat kir ku bavê zarokê di encama tecawizê de hatiye dinyayê û niha 16 mehî ye, yek ji tecawizkaran e Komeleyên jinan jî li dijî kêmkirina cezayên tacîz û erîşa zayendî li ser zarokên keç û jinan gelek çalakî li dar xistin.
Li Mexribê, rêxistinên mafên mirovan di salên dawî de cezanekirina sûcdarên mêr ên li dijî zarokan êrîşên zayendî kirine şermezar kirin.




