Li Mexribê darizandina kujerê hemşîreyê hat taloqkirin

Dadgeha Îstînafê dosyaya darizandina kujerê hemşîreyeke li Mexribî taloq kir heta 27'ê Îlona 2022'an.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Îstînafê dosyaya darizandina kujerê hemşîreyekî Mexribî taloq kir heta 27'ê Îlona 2022'an. Dadgehê eşkere kir ku sedema taloqkirina dosyayê ji ber ne amadebûna dosyayê ye.

Di 27'ê Îlona 2021'ê de li Mexribê tawaneke hovane rû da ku qurbaniya wê hemşîreyek 43 salî bû, kujer êrîşê wê kir û çend caran kêr li stûyê wê xist. Ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de endamên polîsan dikaribûn kujer bigrin.