Li Mexrîbê 19’emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan dest pê kir
19’emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan a li Mexrîbê ku li ser pirsgirêkên jinan û mîrata rewşenbîrî ya ramanwer Fatima Mernissi disekine, fîlmên ji deverên cuda yên cîhanê dihewîne û hunermendên jin ên navdar tên xelatkirin.
RECAA XÊRAT
Mexrîb – 19’emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan duh êvarê li Salé ya Mexrîbê vebû. Merasîma vekirinê ku kesayetên navdar ên ji cîhana fîlman hem li hundir û hem jî li derveyî welêt û her wiha hezkiriyên fîlman, rexnegir û rojnamevan beşdar bûn, careke din sînemaya jinan ronî kir. Li gorî organîzatoran, festîvala îsal dê fîlmên ji herêmên cihêreng ên cîhanê nîşan bide. Ev fîlm têkoşîna sînemaya jinan ji bo mafê hebûna xwe nîşan didin û bi rêya wêneyan dengê xwe didin bihîstin. Di heman demê de pirsgirêkên mirovî yên ku jinên afirîner li pey xwe hiştine, hem li pêş û hem jî li pişt kamerayê, çareser dikin.
Bîranîna Fatîma Mernissi û mêvana rûmetê: Quebec
Di mîhrîcana îsal de, beşek taybet ji bo xebata civaknas, ramanwer û lêkolînera pirsgirêkên jinan a Mexrîb-Ereb Fatîma Mernissî heye. Fatîma Mernissî bi xebata xwe ya akademîk yek ji dengên herî girîng tê hesibandin ku ji bo azadiya jinan parêzvaniyê dike. Berhemên wê yên girîng dê di festîvalê de bên pêşkêşkirin.
Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan îsal sînemaya Quebecê wekî mêvana xwe ya rûmetê mazûvan dike. Bi mazûvaniya gelek derhênerên jin ên ji Quebecê, armanc dike ku ronî bide ser pirsgirêkên jinan û cîhana sînemayî ya wan a bêhempa bikole. Ev beş perspektîfa gerdûnî ya festîvalê li ser pirsgirêkên jinan ên di sînemayê de xurt dike.
Merasîma xelatdayînê û lîstikvanên pêşeng
Di merasîma vekirinê de, lîstikvanên Mexrîbî Amal Ayouch û Meryem Zaïmi ji ber kariyerên xwe yên afirîner hatin xelatkirin. Her du lîstikvanan diyar kirin ku sînema derfetê dide hunermendên jin ku cûrbecûr rol û ezmûnên dewlemend biceribînin.
Amal Ayouch wek yek ji lîstikvanên sînema û şanoyê yên pêşeng ên Mexrîbê derdikeve pêş. Ew bi rolên xwe yên wêrek ên ku mijarên wekî rizgariya jinan û têkoşîna li dijî ramanên kevneşopî û wêneyên civakî yên stereotîpîk çareser dikin tê nasîn. Ji hêla din ve Meryem Zaïmi, bi saya lîstikvaniya xwe ya dilsoz û şiyana xwe ya nîşandana karakterên cihêreng û balkêş, di cîhana sînema û televîzyonê de cihekî xurt ji xwe re ava kiriye.
Xelatên din ên festîvalê yek ji wan ji bo romannivîs û derhênera Katalan-Quebeccî Nayès Barbeau ye. Dengekî afirîner ê pêşeng di cîhana Fransîafon de, karên Barbeau sînema, wêje û hesasiyeta mirovan tevlihev dike. Romana wê ya navdar, "The Renaway Woman", serkeftinek mezin bi dest xistiye û ji 20 zimanan zêdetir hatiye wergerandin. Hunermend di warên civaka sivîl û jîngehê de jî xebitiye, beşdarî damezrandina tevgera "Dayîkên li Xetên Pêş" bûye da ku ji bo jîngeh û tenduristiya zarokan parêzvaniyê bike.
Pêşbirka fîlmên metrajdirêj
Di pêşbirka fîlmên dirêj de 9 fîlm pêşbaziyê dikin:
- "Malaga Street" ji aliyê derhênera Mexrîbî Maryam Touzani ve. Fîlm berê ji bo pêşbaziyê di kategoriya Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş a Xelatên Akademiyê de hatibû hilbijartin.
- "Hijra" ji aliyê derhênerê Siûdî Shahd Amin ve.
- "Vanilla" ji aliyê derhênera Meksîkî Mayra Hermosillo ve.
- "The Summit of All Things" ji aliyê derhênera Kanadayî Anne Émond ve.
- "The Runner" ji aliyê derhênera Spanyayî Laura García Alonso ve.
- "Drunk Forest" ji aliyê derhênera Belçîkî Manon Coubia ve.
- "Stand Up" ji aliyê derhênera Hollandî Marie Sanders ve.
- "Love World" ji aliyê derhênera Koreyî Yoon Ga-eun ve.
- "Shana" ji aliyê derhênera Fransî Léa Mysius ve.
Juriya pêşbirka fîlmên metrajdirêj ji aliyê derhênerê Luksemburgî Bady Minck ve tê birêvebirin. Di juriyê de her wiha derhênera Mexrîbî Zakiya Tahiri, hilberînera Lubnanî Tania Khoury, derhênera Fransî Julia Kowalski û lîstikvana Togoyî û derhêner Priscilla Adade hene.
Pêşbirka belgefîlman û kurtefîlmên mexrîbî
Pênc fîlm beşdarî pêşbirka belgefîlman dibin:
- "Li Derveyî Dibistanê" ya derhênera Mexrîbî Hind Ben Sari,
- "Di Navbera Du Qeraxan de" ya derhênera Cezayirî-Spanî Soumaya Hidalgo Jahdou,
- "Wolobougou" ya derhênera Fransî Camille Varenne,
- "Ji Rûniştina Bêdeng Çi Dibe?" ya derhênera Swîsrî-Hindî Sophie Schragow,
- "Xewnên Çem" ya derhênera Kazakî Kristina Mikhailova.
Seroka juriyê ya pêşbirka fîlmên belgefîlm hilberîner û bernamenûsa fransî Catherine Bezerne ye. Endamên din ên juriyê reqasvan û koreografa Mexrîbî Meryem Jazoulî û hilberînera Ukraynî Regina Davidzon Marianovska ne.
Di bin sernavê "Pencereyek bo Fîlmên Kurte yên Mexrîb" de di beşa temaşevanên ciwan de, pênc fîlm têne nîşandan:
- "Where There Is Abundance" ji derhêner Zeynep Zidan,
- "Funeral Dress" ji Insaf Cüneyd,
- "Between the Mountains" ji Visal Cabiri,
- "Staying" ji Amal Boulaala,
- "Biza deq" ji Fatîma Zahra Obaha.
Dawiya çalakiyê û xelata wekheviyê
Çalakiyên festîvalê heta 3’yê Cotmehê dê berdewam bikin. Di festîvalê de Xelata Wekheviyê jî dê hebe. Ev xelat ji bo berhema ku wekheviya zayendî bi awayê herî baş nîşan dide tê dayîn. Xelat dê ji fîlmekî metrajdirêj ê Mexrîbî re bê dayîn ku rewşa jinan di çarçoveyên cûda de vedibêje û mafên jinan diparêze.