Li Mexmûrê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Bi boneya roja zimanê Kurdî qada perwerdê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê roja zimanê Kurdî pîroz kirin.
Mexmûr - Bi boneya Roja zimanê Kurdî 15’ê Gulanê qada perwerde ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê roja zimanê Kurdî pîroz kirin. Daxuyanî li ber deriyê dibîstana Amadeyî ya Şehîd Jiyan hat dayin. Beriya daxuyanî destpê bike deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî ji aliyê xwendevana dibîstana Amedayî Bihar Tarhan ve hate xwendin.
“Bi hezar salan e rastî qirkirinê hatiye”
Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên li ser zimanê Kurdî hat kişandin û wiha hat gotin: “Zimanê Kurdî zimanek herî kevnar yê cîhanê ye. Zimanek berî hezar salan derbasî nivîsinê bûye, lê mixabin ev zimanê bi sedên sala pêşengtiya wêjeya cîhanê kirî, bi hezaran salan ketiye ber pêlên qirkirinê. Her dagirkerek hatî, ji bo tunekirina gelê Kurd, xwestine zimanê Kurdî ji holê rakin. Iskender bi şewitandina belgeyên nivîskî, Ereban bi rêbazên olî zimanê Kurdî dane reşkirin û Tirkan jî bi qirkirinên fizikî, çandî û ramyarî xwestine vî zimanê kevnar tune bikin. Her çiqas Gelê Kurd li hemberî van dagirkeran derfetên azadiyê bi destnexistibin jî, lê her tim di nav gelê Kurd de hinek rewşenbirên bi rûmet derketine û xwestine vî zimanî biparêzin. Berxwedana rewşenbîrên kurd demek pir dirêj berdewam kiriye û heta niha jî dom dike. Di demek ku dewleta Tirk ya qirker, êrişên qirkirinê li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî dide meşandin de, dibin pêşengiya Celadet Elî Bedirxan de Kovara Hewar li Şamê dest bi weşanê kir û di vê kovarê de Elfabeya Latiniya Kurdî ya ku Celadet Bedirxan derxistî gihişt destê Kurdên her çar aliyê Kurdistanê. Her çiqas di wê demê de ji ber hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û bê derfetiya Kurdan vê kovarê nekari xwe bigihinê tevayî Kurdan û piştî yazdeh salan ji neçarî dawî li weşana xwe anî be û ji nexweşiya Kurdan re nebûbe derman jî lê belavkirina Elfabeya Kurdî kariye mohra xwe li dîrokê bixe û li ser vê Elfabeyê îro bi sed hezaran ciwanên Kurd perwerde dibinin.”
“Zimanê me rûmeta me ye”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemû Kurdan hat kirin ku li zimanê Kurdî xwedî derbikevin û wiha dom kir: “Zimanê me rûmeta me ye. Divê gefên neyaran, me ji rûmeta me durnexin. Dev ji ziman berdan pejirandina bêrûmetiyê ye. Têkçûna ziman têkçûna bingehê netewî, tûnebûna hestên netewî û nemana heskirina netewiye. Weke Celadet Bedirxan gotî; ‘Yan xwe fêrî Kurdî bike, yan nebêje ez Kurdim.’ Ger em bixwazin çand, netewparêzî, heskirin û yeketiyê di nava gel de pêkbînin divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û pêşbixin. Pêwiste em bi berxwedana xwe makezagona 42 ya zagona Tûrk bidîn guhartin û derfetê fêrbûn û pêşxistina ziman bidîn pêkanîn. Bi vê aramancê em roja 15 Gulanê weke cejin pîroz dikin. Îro em li Mexmûr li ser bingehê Elfabeya Latînî ya ku bi keda rewşenbiran hatî afirandin, bi xwina şehîdan hatî parastin û bi ramana Rêber Apo radestî me hatî kirin, di hemû beşên zanistê de perwerdê dibînin. Bi vê perwerdê em dixwazin bibin bersiv, ji bo hestên tevayî dilsojên Kurd, her weha dixwazin bi xebata xwe dilên şehîdan şa bikin û rêzdariya xwe ji bo Rêber Apo bidin raberkirin. Li vir em banî neyarên gelê Kurd dikin û dibêjin; ‘Dev ji qirkirina gelê Kurd berdin, divê hûn bizanin piştî derketina ramana Rêber Apo hûnê nikaribin Kurdan tunebikin û hûnê nikaribin pêşî li pêşketina gelê Kurd bigirin.’ Disa em banî herkesên xwedî wijdan dikin bila vê zilma li ser Kurdan bibînin û ji bo berxwedanê milê xwe bidin milê gelê Kurd. Bi van hestan em weke qada perwerdê vê rojê li Rêber Apo, Şervanên Azadiyê, Malbatên Şehîdan û li her kesên bi rûmet pîroz dikin.”
Daxuyanî bi diruşme, çepik û tilîliyan bidawî bû.