Li Mexmûrê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Mêrên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşek girseyî li darxistin û banga bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kirin.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Ser Jinê, meşek girseyî ya mêran hate li darxistin. Meşa ku bi tevlibûna sedan mêrên wargehê, li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heya Semta Şehîd Elîşêr dom kir. Di meşê de dovîzên ku li ser dirûşmên ‘Bi ruhê jin a şoreşgerî, em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, posterên xuşkên Mirabel û pêşengên têkoşîna azadiya jin hatin bilindkirin. Her wiha di meşê de dirûşmên ‘Jin Jiyan Azad’, ‘Bijî berxwedana Gerîla’ û ‘Jin Jiyan Azadî; Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî pêşengên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê mêrên wargeha Mexmûrê Cigirê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axivî.

Cigirê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan têkoşîna jinan ya li dijî tundiya li ser jinê pîroz kir û wiha got: “25’ê Mijarê Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Îro Bakûrê Kurdistanê ji ber tundiya li ser jinê, jinên azadixwaz ku dixwazin ev tundiyê ji holê rakirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dorpeçkirin, lê ev dorpeç dê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” were şikandin. Tehmûla dewleta faşişt li hemberê jinekî ku dixwaze hebûna xwe, civak û xwazeya xwe diparêze nîne. Ji ber ve yekê dewleta Tirk wê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hilweşe.”

Rûbar Îlhan di daxuyaniya axaftina xwe banga bilindkirina têkoşînê kir û wiha axivî: “Em hemû jinên pêşengên şoreşê bibîrtînin û gelê Rojava ya ku li hemberî êrişan li berxwe dide pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyên kurte şanoya ‘Jin Jiyan Azadî hat pêşkêş kirin. Şano bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.