Li Mexmûrê Komîna Şehîd Pîran Suweyda hate avakirin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de Weqfa Jin a wargeha penaberan a Mexmûrê komîna hunerên dest a bi navê Şehîd Pîran Suweyda da avakirin.
Mexmûr – Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yên li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi kelecanek mezin didomin. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de Weqfa Jin a Mexmûrê komîna hunerên dest a bi navê Şehîd Pîran Suweyda da avakirin. Hat diyarkirin ku di komînê de 30 jin cihê xwe digrin û li gor kêrhatiyên xwe hunerên xwe pêşkêş dikin.
Vekirina komînê bi beşdarbûna xebatkarên jin li Weqfa Jin hat pêkanîn. Beriya vekirina komînê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mamoste Zozan Benek axivî.
‘Ji bo keda jinê neyê windakirin me komîna hunerên dest ava kir’
Zozan Benek 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Li ser keda jinê êrişek mezin heye. Ji bo ku keda jinê neyê windakirin, me wek Weqfa Jin a Şehîd Şervîn komînek da avakirin û me navê komînê jî kir komîna Şehîd Pîran Suweyda.”
Piştî axaftinê belgeya vekirina komînê ji aliyê Zehra Tarhan ve hat xwendin. Piştre jî wêneyê Şehîd Pîran Suweyda diyarî malbatê hat kirin. Herî dawî jî koma Meryem Xan stranên xwe pêşkêş kir û çalakî bi dawî bû.