Li Mereşê ji bo miriyan mûm hate pêxistin

Duh bi şev mûm û agirê Newrozê ji bo kesên ku li bajarokê Narli yê Bazarcix a navenda erdhejê jiyana xwe ji dest dane hate pêxistin.

Mereş- Newroz ji bo kesên di erdheja Mereşê ya 6’ê Sibata îsal de jiyana xwe ji dest dane tê pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newroza ku bi dirûşmeyên “Her roj Newroz, Her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê” tê lidarxistin de îsyan û hêrs di rêza herî pêş de ye. Duh bi şev ji bo kesên ku navenda erdheja li Mereşê jiyana xwe ji dest dane mûm û agirê Newrozê yê biçûk hat pêxistin.

Newroz bi beşdariya mexdûrên erdhejê li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên li bajarokê Narli yê Bêzarcixê hat pêşwazîkirin , mûm hatin pêxistin û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

'Hêviya pêşerojeke baştir e'

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya KESK'ê (MYK) Döne Gevher di bîranînê de axaftinek kurt kir û diyar kir ku mînakên herî baş ên hevgirtinê li herêmên erdhejê hatine dayîn. Döne Gevher bi gotina “Ev erdhej ne tenê erdhejek bû, parçeyek ji zincîra xemsariyê bû” bal kişand ser mirinan û wiha got: “Em hêvîdar in ku di dema hewldana dermankirinê de careke din bi felaketên bi zincîra xemsariyê re rû bi rû nemînin. Sibe Newroz e. Em difikirin ku bi pêxistina agir pêşwazî bikin. Dibe ku me yê agiran pêbixista  û dîlan bigeranda. Lê em Newrozê li Narliyê bi bîranînê pêşwazî dikin. Em îro bi bîranîna xwe hem Newrozê hem jî bi hêviyên xwe yên ji bo siberojê bilind dikin, bi hêviya ku em hemû êşên ku hatine jiyandin careke din neyên jiyîn û pêşerojeke xweştir bîranîna xwe lidardixin.”