Li Lubnanê li ser nûkirina peymana civakî panel hat lidarxistin

Komeleya Şervanên ji bo Aştiyê, bi panelek li ser ser krîza heyî ya ji ber pergala mezhebgerî ya li Lubnanê û ji bo welatîbûn, wekhevî û bingeha zelal, vîzyonên alternatîf pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya sûdgirtina ji cerebeyên demokratîk.

Beyrûd – Berpirsyara Komîteya Jinan Hanan Osman, di panelek ku beşdar bûbû de, bal kişand ku divê pergala mezhebgerî ya li Lubnanê were derbaskirin û peymaneke civakî ya li ser esasî welatîbûn, wekhevî û zelaliyê were amadekirin. Hanan Osman her wiha da zanîn ku ew dikarin ji tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî sûdê bigrin û weke modelek demokratîk bi nav kir.

Komeleya “Şervanên ji bo Aştiyê” 6’ê Kanûnê roja Înê bi sernavê “Li Lubnanê Nûkirina Peymana Civakî: Derfet û Astengî” panelek li dar xist. Di panelê de lêkolînerên pispor ên di warê civakî û siyasî de, aktivîst, pispor û hinek parlameneterên Lunbanê amade bûn.

Bakur Rojhilatê Sûriyeyê mînak nîşan da

Di panelê de li ser navê Yekîtiya Newroz, berpirsa Komîteya Jinan Hanan Osman, li ser navê heyetê axivî. Hanan Osman di axaftina xwe de diyar kir ku krîza heyî ya Lubnanê, rewşa nebaş ji ber mezhebgerî û qelsiya peymana civakî nîşan dide û got ku divê modelek li ser esasî welatîbûn, wekhevî û zelaliyê çêbibe.

Divê li Lubnanê peymana civakî ya nû çêbibe

Hanan Osman her wiha modela Bakur Rojhilatê Sûriyeyê mînak nîşan da û diyar kir ku ev model beşdariya demokratîk, wekhevî û beşdariya civakê ya pêvajoyên biryargirtinê esas digre. Hanan Osman got ku ev tecrube bi taybetî ji aliyê beşdariya gel bêhevsengiya di navbera hêzan de û bihêzkirina mekanîzmaya hesabdayînê ve ji bo li Lubnanê peymana civakî ya nû çêbibe dersên girîng dide.

Hanan Osman di dawiya axaftina xwe de ji panelîstan pirsa; peymana civakî li Lubnanê çawa ji nû ve ji mezhebgeriyê dûr, bi awayê ku mafên welatiyan biparêze û adil û berfirehtir be çawa dikare were pêkanîn kir.