Li Lubnanê kuştina rojnamevanan weke 'sûcê şer' tê nîqaşkirin
Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku êrîşa Îsraîlê ya li dijî rojnamevanên li Lubnanê bi zanebûn hatiye kirin û xwestin ku bûyer weke sûcê şer bê lêkolînkirin.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Amal Halil, di 22’ê Nîsanê de li gundê Al-Tiri ê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabû. Di êrîşê de kameramana serbixwe Zeyneb Farac jî birîndar bibû.
Her du rojnamevan, piştî ku wesayîta li pêşiya wan ji ajiyê Îsraîlê ve hat hedefgirtin, li avahiyekê hewl dan xwe biparêzin, lê ew avahî jî hat hedefgirtin. Rayedarên Lubnanî, diyar kir ku Îsraîlê rê li ber komên rizgarkirinê girt ku negihêjin herêmê. Lê Îsraîlê ev îdiayan red kir.
Bûyer di çarçoveya sûcê şer de ye
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di raporên cuda yên îro weşandin de ragihandin ku ev êrîş bi zanebûn li dijî sivîlan hatiye kirin û tekez kirin ku divê di çarçoveya sûcê şer de bê lêkolînkirin.
Her du sazî jî diyar kirin ku, artêşa Îsraîlê dizanibû an jî diviyabû bizanibûya ku sivîl di wê avahiyê de hene. The Legal Agenda jî, ragihand ku ev bûyer binpêkirina giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û di çarçoveya sûcê şer de bê nirxandin.
Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku wan hedefeke leşkerî ku ya Hizbullahê ye hedefgirtine. Her wiha ragihand ku bûyer tê lêkolînkirin û ji ber ku zirar gihiştiye rojnamevanan xemgîn in.
Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamevanan, ji Cotmeha 2023’an û vir ve li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 15 rojnamevan û xebatkarên ragihandinê jiyana xwe ji dest dane. Di 13’ê Cotmeha 2023’an de nûçegihanê Reutersê Îsam Abdallah jiyana xwe ji dest da û nûçegihanên AFP’ê Dylan Collins û Christina Assi jî di nav de 6 rojnamevan birîndar bûn. Christina Assî ya di êrîşê de birîndar bû jî, lingek xwe winda kir.