Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ku xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, di êrîşa Îsraîlê li dijî navenda tenduristiyê ya bajarokê Burc Qelawiya ya Başûrê Lubnanê de, 12 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara windahiyên canî li gorî agahiyên destpêkê ne û ji bo dîtina kesên dibin xirbeyan de û winda bûne, xebatên lêgerîn û rizgariyê didome.




