Navenda Nûçeyan – 51 xwendekarên jin ên li dibistana amadeyî ya keçan a Nûr a bajarê Kumê yê Îranê, ji ber gaza ku jê kişandin jehrî bûn, rakirin nexweşxaneyê. Heta niha nayê zanîn ka xwendekar ji ber kîjan gazê bi jehrê ketiye.
Rayedarên hikûmeta Îslamiya Îranê ragihandin ku tenê piştî eşkerekirina encamên testê ew ê derbarê mijarê de agahiyan bidin.




