Li Koye civata helbestvanan hat lidarxistin
Li hola Pirtûkxaneya Giştî ya Koyeyê, civata çandî û wêjeyî ji bo sê helbestvanan hat lidarxistin. Yek ji wan jî helbestvan, nivîskar û dîroknasa bi hêz û xwediya çend pirtûkan Sarway Beyan bû.
ŞILÊR KOYE
Koye- Li hola Pirtûkxaneya Giştî ya navçeya Koye ya bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, ji bo sê helbestvanan civateke çandî û wêjeyî hat lidarxistin. Yek ji wan helbestvan, nivîskar û dîroknasa bi hêz û xwediya çend pirtûkan Sarway Beyan bû, beşdaran li helbestên bedew guhdarî kirin û derfeta dîtina berheman çêbû
‘Pirtûkên min hemû der barê jinan de ne’
Sirwe Osman Mustafa ku bi navê Sarway Beyan tê nasîn, der barê nivîsên xwe, bi taybet yên ku ji bo jinan nivîsandine de wiha got: “Çend pirtûkên min ên helbestan û çend pirtûkên wergerê hene. Pirtûkên min ên helbestan der barê jinan de hatine nivîsandin. Heta sernavên wan jî hemû jinane ne. Pirtûkek min a bi navê ‘Nefesa Jinê’, yek jî bi navê ‘Tasa eşqê’ ye behsa eşqê dike. Pirtûkên min pir jinane hatine nivîsandin. Ji ber hest û ezmûnên min her dem jinane ne û nivîsên min ji bo kesên din in, pirtûkek min a din bi Erebî hatiye nivîsandin. Ji ber ez li Kerkûkê mam, zimanê Erebî baş dizanim. Pirtûka min a Erebî dîjîtal hatiye çapkirin. Pirtûkeke min a din jî heye pirtûka helbestan a bi zimanê Erebî ye, berhemên çend helbestvanan tê de hene û ji aliyê mamosteyê rehmetî Celal Zengabadî ve hatine wergerandin. Hinek ji wan jî nivîsên min bi xwe yên bi zimanê Erebî ne.”
‘Ez gelek kêfxweş bûm’
Sarway Beyan li ser navçeya Koye hestên xwe anî ziman û gotinên xwe wiha domand: “Li Koyeya bedew, navçeya şîrîn, ez û du helbestvanên din ji bo pirtûkxaneyên giştî yên Koyeyê hatin vexwendin. Wan ji bo me civatek pir xweş li dar xist. Ez pir kêfxweş im ku dayîk û bavê min ji Koye ne û li bajarê pîr û kalên xwe ez rûniştime, di civatek de helbestan dixwînim. Ez gelek kêfxweş im. Spas ji bo we derfet da me em behsa vê kombûnê, jiyana xwe, nivîsên xwe û pirtûkên xwe bikin. Gelek spas.”
‘Ez helbestên Sarway Beyan dixwînim’
Xwendevana helbestên Sarway Beyan Semîra Yasîn jî wiha got: “Ez xêrhatina rêzdar Sarway dikim. Ez her dem helbestên wê dixwînim. Ji bo wê hêviya serkeftinê dixwazim. Jin hevsengiya jiyanê ne. Rêzdar Sarway bi rastî di warê helbestê de serbilind e. Her wiha di gelek warên din de jî bi taybetî di semînerên xwe yên der barê jinan û rola wan de, şopa wê ya berbiçav heye. Ez ji bo wê hêviya serkeftinê dixwazim.”