Li Kordofana Bakur êrişên dronan û krîza avê karesateke mirovî bi xwe re tînin
Neteweyên Yekbûyî, ji ber zêdebûna êrîşên bi dron, kêmbûna avê û belavbûna kolerayê ya li herêma Kordofanê ya Sûdanê bi fikar e. Rêxistinên alîkariya mirovî, xebatên xwe yên li dijî nexweşiyê didomînin.
Navenda Nûçeyan – Li Kordofanê, berdewamkirina gefa ÎHA’yan, rewşa mirovî xirabtir dike. Êrîşên nû û xelaya giran a avê ku gef li xizmetên bingehîn dixwe, bi belavbûna kolerayê re hevdem tê jiyîn.
Neteweyên Yekbûyî, 9’ê Tîrmehê de fikarên xwe yên kûr ên li ser êrîşên berdewam ên bi dronan a li herêma Kordofan a Sûdanê û belavbûna nexweşiyên mîna kolerayê anî ziman. NY’ê, li ser bandora vê yekê ya li ser gihîştina sivîlan a ji bo xizmetên bingehîn hişyariyan da.
Berdevkê Sekreterê Giştî, diyar kir ku raporên ji Kordofana Bakur nîşan didin ku êrîşên bi dronan didomin. Di êrîşan de tankerek avê ya li herêma Hamrat el-Şêxê jî hate hedef girtin û ev yek bû sedema mirina kesên sivîl û pirsgirêkên dabînkirina avê girantir bûn.
Berdevk, destnîşan kir ku astengiya xizmetên bingehîn, di demekî ku kolera li seranserê Kordofanê belav dibe, pêkte. Hevkarên li qadên alîkariya mirovî, çend roj berê li bajarê El-Obeîd bûyerek gumanbar ragihand. Hate diyar kirin ku erîşên berdewam ên bi ÎHA’yan li bajêr bûne sedema xelaya giran a avê û dabînkirina avê ya heyî tenê nêzî ji sedî 20’ê hewcedariyên bajarê pêktîne.
Berdevkê, da zanîn xebatên ji bo têkoşîna li dijî şewba kolerayê didomîn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî, ragihand ku bajarê El-Obeîdê malzemeyên mudaxeleyê berê hatine depokirin.