Li Kongo: Zêdetirî hezar bûyerên piştrastkirî yên Ebolayê hatin tomarkirin

Li Efrîkayê belavbûna vîrûsa Ebolayê di asteke metirsîdar de zêde dibe. Di nav fikarên derbarê veguhastina nediyar û derketina nexweşiyê li derveyî herêmên belavbûnê de, rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin parastinê didin.

Navenda Nûçeyan – Li gelek welatên Efrîkayê hişyariyên tenduristiyê yên derbarê metirsiya vîrûsa Ebolayê zêde dibin. Li gel banga xurtkirina çavdêriya bijîşkî û bersivdana bilez ji bo sînordarkirina encamên wê yên tenduristî û mirovî, fikarên mezin li ser şiyana vîrûsê ya bilind a belavbûnê û sedema rêjeya bilind a mirinê hene.

Li Kongoyê hezar û 155 kes bi vîrûsê ketine û 304’an jî jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Têkilî û Ragihandinê ya Kongoyê îro, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de derbarê belavbûna vîrûsa Ebolayê, ragihand ku hezar û 155 bûyerên piştrastkirî hatine tomarkirin û ji van bûyeran kesan jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din, rêxistina Oxfam hişyarî da ku belavbûna rasteqîn a vîrûsê li Efrîkayê dibe ku ji daneyên fermî berfirehtir be.

Di heman çarçoveyê de, Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê ragihand ku bijîşkekî ku ji herêmeke mirovî ji Komara Demokratîk a Kongoyê vegeriyaye, piştrast bûye ku bi vîrûsa Ebolayê ketiye. Ev dibe yekemîn bûyera tûşbûnê li wî welatî di dema belavbûna dawî de. Wezaretê her wiha diyar kir ku nexweş di bin çavdêriyê de hatiye hiştin û di karantînayê de ye û rayedar ji bo şopandina kesên ku têkiliya wan pê re çêbûye dixebitin, her wiha tekez kir ku metirsiya li ser raya giştî ya Ewropayê kêm e.

WHO: Kongoyê rêjeya herî bilind a tûşbûna piştrastkirî tomar kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku Komara Demokratîk a Kongoyê di meha yekem de, li gorî her belavbûneke din a vîrûsê ya berê, rêjeya herî bilind a tûşbûna piştrastkirî tomar kiriye.

Ebola nexweşiyeke ku ji  ajalên kovî tê girtin û kujer e

Li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Ebola nexweşiyeke vîrûsî ya taya xwînrij, tûj û kujer e. Ev vîrûs di encama rûbirûbûna bi ajalên kovî yên vegirtî re derbasî mirovan dibe û di navbera mirovan de jî bi têkiliya rasterast a bi şilekên fîzîkî kesê vegirtî belav dibe. Vîrûs dibe sedema taya ji nişka ve û qelsbûna giran û rêjeya mirinê ya vê nexweşiyê bi navînî digihîje nêzî ji sedî 50.