Li Kobanê ji bo gelê Suweydayê kampanya: Sibê xweştir e

Li Kobanê ji bo piştgiriya gelê Suweydayê kampanyaya hevgirtinê ya “Sibê xweştir e” hat destpêkirin.

NÛRŞÎN EBDÎ

Kobanê – Li bajarê Kobanê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca balkişandina ser hevgirtina hemû gelên Sûriyeyê li dijî zilm û zehmetiyan, ji bo piştgiriya gelê Suweydayê kampanyayel mirovî ya bi navê “Sibê xweştir e” hat destpêkirin.

Ev kampanya, ji aliyê komek rojnamevan, rewşenbir, parêzer, aktîvîstên serbixwe û hunermendên li Kobanê ve bi taybetî bi armanca alîkariya jin û zarokan hat destpêkirin.

Di bin siya geşedanên di demên dawî de li Sûriyeyê tên jiyîn de, civaka Durzî ya li bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê dijîn, ji 13’ê Tîrmehê vir ve ji aliyê komên çekdar ên girêdayî rêxistina cîhadîst a HTŞ’ê ve rastî gelek êrîş û binpêkirinan hatin.

Di van êrîşan de gelek komkojiyên li dijî rêgezên mirovî hatin pêkanîn. Ev rewş, weke berdewamiya komkujiyên li dijî gelê Elewî yê li herêma peravê ya Sûriyeyê tê nirxandin û pêvajoya aştiyê ya li herêmê jî têk bir. Tiştên hatin jiyîn, ji ber dorpeç û kêmbûna xwegihandina pêdiviyên bingehîn, li ser jin û zarokan rasterast bandorê çêkir.

Ji bo gelê Suweydayê kampanyaya piştgiriyê
Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin gelên Suriyeyê û li dijî êrişan bi gelek sazî û kesayetên serbixwe re helwest girtin. Rewşenbîrên Kobanê, di 21’ê Tîrmehê de kampanyaya “Sibê xweştir e” dan destpêkirin. Kampanyaya ku yekîtiya gelên Sûriyeyê armanc dike, bi taybetî ji bo dabînkirina şîrê pitikan hewl dide alîkariya madî kom bike.
Nûçegihana Ronahî TV ya li Kobanê û yek ji beşdarên kampanyayê Leyla Ebdî, wiha got: “Me bûyerên li başûrê Sûriyeyê û bi taybetî jî li Suweydayê ji nêz ve şopand. Di van bûyeran de komkujiyên rêveberiya demkî ya li dijî civaka Elewî ya li herêmên peravê yên Sûriyeyê û dîmenên li Suweydayê hatin belgekirin. Ev yek careke din hovîtiya endamên rêveberiya demkî û kesên xwe weke eşîretên Sûriyeyê pênase dikin, raxist ber çavan.”

Leyla Ebdî, da zanîn ku wan dîmenan dilê mirovan şewitandiye û wiha axivî: “Em jî weke gelê Suweydayê rastî gelek êrîş, binpêkirin û komkujiyan hatin. Em bi çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk re rû bi rû man. Ez ji ber karê xwe yê di ragihandinê de bûm şahida kuştina gelek jin û zarokan.”
Dê alîkariyên tên komkirin ji Suweydayê re bê şandin

Leyla Ebdî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me jî bi hîskirina vê êş û berpirsyariyê, li Kobanê weke komekî ragihandin, hiqûq, sivîl û kedkarên qada hunerê, kampanyaya bi navê “Sibê xweştir e” da destpêkirin. Em bawer dikin ku ji bo hemû kesên Sûriyeyê wê sibê xweştir be. Kampanya wê piştgirî bide bidawîanîna dorpeça li Suweydayê û bi taybetî şîrê pitikan ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn wê alîkariya madî bide. Dê alîkariyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên komkirin jî bi kampanyayê re bê şandin.”

‘Kampanyaya me li herêmên cuda yên Sûriyeyê jî belav bû’

Leyla Ebdî, bal kişand ser piştgiriya gelê Kobanê ya ji bo kampanyayê û got: “Tevahî gelê Sûriyeyê û bi taybetî gelê Kobanê, ruxmê şert û mercên zehmet ên jiyanê û bihabûnê jî bi armanca rizgarkirina jiyana pitikên li benda şîr, çi ji destên wan tê dikin. Me berpirsyariya piştgiriya gelê Suweydayê girt ser xwe. Kampanyaya me li herêmên cuda yên Sûriyeyê jî belav bû. Gelek kesên ku ji bo mezinkirin û piştgiriya kampanyayê, dixwestin qutiyên bexşê daynin hebûn. Em bi hemû hêza xwe hewl bidin vê kampanyayê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin.”
Leyla Ebdî, da zanîn ku li Kobanê sê qutiyên bexşê hene, yek ji van li Qada Azadiyê û yên din jî li qadên bazirganî yên cuda hatine danîn û diyar kir cihê van qutiyan du rojan carek diguhere. Leyla Ebdî, wiha axivî: “Em her şev van du qutiyan datînin Qada Jina Azad û Qada Aştî û Azadî. Hunermend jî bi performansên muzîkê piştgirî didin vê kampanyayê. Ev jî rehenda din a kampanyayê pêk tîne.”

Eşa jinên Durzî eşa jinên Kurd e’
Rojnamevan Leyla Ebdî, diyar kir ku hêvî dikin kampanya bigihîje armanca xwe û axaftina xwe wiha domand: “Em hêvî dikin ji bo pitikên ku ji ber dorpeçê bi birçîbûn û mirinê re rû bi rû ne, şîrê têrkêr bê dabînkirin.”

Leyla Ebdî, bal kişand ku divê jin piştgirî bidin hev û wiha got: “Em hîs dikin ku gelê Suweydayê rastî biçûkxistin û binpekirinan tê. Em bi mirovên ku milkên wan hatine talankirin û dizîn re di nava hevgirtinê de ne lê dîtina jin an jî zarokek rastî tundî, binpekirin an jî îşkenceyê tên, hesteke pir cuda ye.”

Leyla Ebdî, destnîşan kir ku her çiqas erdnîgarî, bajar, çand, mezhep an jî pêkhate cuda bin jî jin bi jinan re empatî datînin û got: “Lewma me kampanyayê fedayê jin û zarokan kir. Dayikên ku ji ber tirsê şîrê wan qut bûye hene. Em ê bi vê hewldana xwe bi dayikên Durzî bin.”

Leyla Ebdî, tekez kir ku di kampanyayê de tu armancên siyasî nîn in û wiha domand: “Yekane armanca me ji bo zarok û jinên Suweydayê piştgiriya madî û manewî ye. Em bi riya kampanyayê careke din diyar dikin ku em hemû ji Sûriyeyê ne û hemû yek in. Em bang li jinên Suweydaye dikin dibêjin ku; êşa jinên Durzî, êşa jinên Kurd e jî. Jinên Kurd jî ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, dîlgirtin û kuştin. Gelek agahiyên ku bermahiyên DAIŞ’ê li aliyê Suweydayê cih digrin, hene; ev jî nîşaneya êş û trajediya hevpar e. Lê di heman demê de jinên Suweydayê yên ji bo parastina bajar çek hilgirtin, sembola berxwedanek hevpar in.”

Leyla Ebdî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi hemû hêzên xwe piştgirî bidin kampanyayê. Em weke gelê Kobanê radigîhin ku bi kampanyaya xwe ya mirovî ya bi navê “Sibe xweşitir e’ bi civaka Durzî ya li Suweydayê re ne.”