Li Kobanê 1'ê Gulanê bi daxuyaniyek hat pîrozkirin
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê ragihand ku ji ber şert û mercên heyî yên herêmê û bi hevgirtina malbatên girtiyan, windayan û nemiran, pîrozbahiyên ku di vê rojê de hatibûn plankirin hatine betalkirin û daxuyaniyek hevpar hat dayîn.
Kobanê- Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM' ê û Yekîtiya Kedkaran a bajarê Kobanê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyanî li nav daristana bajar ê Kobanê da. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û yên sivîl, rêxistinên jinan û bijîşk amade bûn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a bajarê Kobanê Mihemed Derwîş û bi zimanê Erebî ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jinan a PYD’ê Bedîa Miho ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tevgera Civaka Demokratîk li Kobanê silav û pîrozbahiyên xwe ji çîna karker, esnaf û hemû karkerên li hemû deverên ku lê dijîn re, bi taybetî ji bo karker û kedkarên bajarê berxwedanê Kobanê ku bi biryardarî û fedakariya xwe, civakek çêtir û pêşketî ava dikin, pêşkêş dike.
‘Karker stûna pêşketin û avakirinê pêk tînin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku karker stûna pêşketin û avakirinê pêk tînin û wiha hat domandin: “Di hemû şert û mercan de, qet dudilî nabin ku erkê xwe bi dilsozî û fedakarî pêk bînin. Hewldanên rojane yên berdewam ên çîna karker çavkaniya serbilindî û rûmetê ne. Bi baweriya bi hewildanên xwe û bi şev û roj bê westan dixebitin. Ew bi biryardariyek bê şik û guman bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, bawer dikin ku rûmet bi xebatê dest pê dike. Ew hewl û fedakariya xwe ji bo avakirina civakan û parastina rûmeta xwe didin. Em hemû qurbaniyên ku di dîrokê de ji bo edaleta civakî, azadî û rûmetê hatine kirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”
‘Çeka karkeran li her derê hevgirtin e’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê bûyerê, piştgiriya xwe ya berdewam ji bo karkeran, pabendbûna xwe ya ji bo xurtkirina mafên wan û pabendbûna xwe ya ji bo baştirkirina şert û mercên jiyan û xebata wan bi awayekî ku li gorî qurbanî û beşdariyên wan ên ji bo avakirin û pêşxistina civakê be, ji nû ve piştrast dikin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ev dê parastina karker û malbatên wan mîsoger bike û prensîbên edaleta civakî xurt bike. Yekîtî hêz e û parçebûn qelsî û têkçûn e. Rêxistin û têkoşîn tenê rêyên ku dikarin rastiyên heyî yên bêbextî, îstismar û niheqiya civakî hilweşînin in. Çeka karkeran li her derê hevgirtin e. Em berxwedana çîna karker silav dikin û em piştrast dikin ku mafên karkeran ne diyariyek e, mafek bingehîn a qanûnî û ehlaqî ye, nayê nîqaşkirin.”
‘Pîrozbahiyên ku di vê rojê de hatibûn plankirin hatine betalkirin’
Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku ji bo hemî gelan, di nav de karker û kedkarên Sûriyeyê bi giştî û Rojava bi taybetî jî ewlehî, aramî, serfirazî û jiyanek bi rûmet dixwazin. Daxuyanî wiha bidawî bû: “Bila ev sal destpêka bidawîhatina pevçûnên ku karker, kedkar û hemû gel bedelên giran didin be. Em bang li hemû kur û keçên gelê Sûriyeyê dikin, bêyî ku li gorî girêdanên wan ên etnîkî, mezhebî an olî bin, ku vê bûyerê bikin wesîleya yekîtî û hevgirtinê, gotinên nefretê û dijminatiyê red bikin û komployên hêzên ku dixwazin xwîna gelê Sûriyeyê di xizmeta ajendayên xwe de bidomînin, têk bibin. Werin em bi hev re bixebitin da ku Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin ku baweriya wê bi jiyaneke bi rûmet û azadiyê ji bo her kesî hebe û rola jinên Sûrî bi giştî û bi taybetî jinên Kurd, wekî hevkarên bingehîn di hilberîn û berxwedanê de xurt û bihêz bikin. Di encamê de, em dixwazin zelal bikin ku, ji ber şert û mercên heyî yên herêmê û bi hevgirtina malbatên girtiyan, windayan û şehîdên ku jiyana xwe ji bo azadî, rûmet û edaletê feda kirine, pîrozbahiyên ku di vê rojê de hatibûn plankirin hatine betalkirin. Em tekez dikin ku ev roj dê bibe rojek hevgirtin û çalakiyê ji bo mirovahiyê, rûmet û azadiyê, rojek rêz û teqdîrê ji bo şehîd û girtiyan û rojek yekgirtî li dijî niheqî, îstismar û zilmê bimîne.”