Kerkuk- Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê( RJAK) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîtûjiya ser Jinê a Cîhanî de bi dirûşmeya ‘Li dijî reşkujiya jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşîn berdewam e’ li nava bajarê Kerkukê bi dehan posterên derbarê pêşîlêgrtina tundîtûjiya beramberî jinê û hişyariya li dijî aqlê mêr û reşkujiya jinan de daliqandin.
RJAK li taxên Rehîn Awa, Serçinar, Şorce, Qelaya Kerkuk, Elmas û gelek taxên din ê bajarê Kerkukê posterê ku peyama pêşîlêgirtina tundîtûjiyê didin daliqandin û di berdewamiya pêngava a 16 rojî de çalakiyên wan ên ji bo pêngavê berdewam dike.




