Navenda Nûçeyan – Duh danê êvarê li Kampa Keberto ya li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ku penaberên Êzîdî lê dijîn, agir bi konekî ket. Hat diyarkirin ku di şewatê de kon bi temamî şewitiye, zirara madî çêbûye.
Şewat çawa dest pê kir, hê nehat zanîn.




