Li kampa Holê qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê hat destpêkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê ya ku 45 km li Rojhilatê bajajê Hesekê ye, qonaxa duyemîn a "Operasyona mirovî û ewlehiyê" dest pê kir.

Hesekê- Kampa Holê di sala 1991'ê de ji bo pêşwazîkirina koçberên Iraqê hatibû avakirin lê piştî ku Baxoza Dêrozorê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 23'ê Adara 2019'an ve hat rizgarkirin, malbatên ku xwe radestî hêzên HSD'ê kirin ji kampa Holê re hatin veguhestin. Li ser bingeha ku aramî û ewlehiya kampê ava bikin, ji ber qetilkirina jinan û mêran a zêde, di 28'ê Adara 2021'an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hemû beşên xwe yê leşkerî "Operasyona mirovî û ewlehiyê" dan destpêkirin. Ji bo heman mebestê û kêmkirina xetera li kampa Holê ya ji xetertirîn kamp di cîhanê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya YPJ û HSD Pêngava duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dan dan destpêkirin.
Têkildarî vê mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber navenda xwe ya li navçeya Holê bi beşdarbûna Rêveberiya Asayişa Jin Vejîn Îlan, Fermandara YPJ'ê Rûken Kobanê Hûsên Selmo Serokê Meclisa Leşkerî yê Herêma Cizîrê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Dawûd, Rêveberiyê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Aram Hena daxuyaniyek dan.
“Kampa Holê bûye çavkaniya şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek tê zanîn, xeteriya ku li kampa Holê derdikeve pêş ji raya giştî ya herêmî û navdewletî nayê veşartin ku bûye çavkaniya şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wê û her wiha bûye jîngeheke bi sûd ku ev rêxistina terorîstî bi riya wê di tecnîdkirin û kişandina hêmanên potansiyel de û di heman demê de di belavkirina propagandayên tehrîkker ji bo şaneyên xwe yên azad li Sûriye, Iraq û cîhanê jê sûd werdigire. Ev kamp di dema dawî de metersiya wê bi zêdebûna êrîşên şaneyên DAIŞ’ê ku bi rengekî hovane li dijî niştecihên kampê, xwebexşên rêxistinên mirovî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk dianî zêde bûbû. Her wiha ew metirsî bi hewldanên reva ji kampê û planên êrîşa li ser kampê ji derve ve ku hêzên mê yên ewlekarî û leşkerî ew şikandin, derdikeve pêş.
Kontrolkirina Kampa Holê armanca duyemîn a çeteyên DAIŞ’ê piştî kontrolkirina zindana Sînaa ya Hesekê bû. Şaneyên vê rêxistinê bi êrîşa li ser zindanê hewl dan ji hundirê Kampê û derveyî wê ve çend caran êrîşan pêk bînin da ku ji xwe re korîdorek ber bi herêmên Rojhilatê Sûriyeyê ku bi Sînorê Iraqê, çolistana Sûriyê û sînorê Tirkiyê ve tên girêdan vekin, ji xwe hêzên me û Hêzên Sûriyê Demokratîk gelek kes ji wan girtin û plana wan a metersîdar têk birin. Lê belê ev plan di dema dawî de bi awayekî metirsîdar di meriyetê de ma.
“Di nava salek de li kampa Holê 44 kes ji aliyê şaneyên veşartî yên çeteyan ve hatin kuştin”
Di nava vê salê de, şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wê li dijî niştecihên kampê 43 çalakiyên kuştin û darvekirinê ku tê de 44 kes, ji wan 14 jin û 2 zarok hatibûn kuştin pêk anîn. Ev çalakiyên xwe bi tifing û demançeyên bêdeng an jî bi riya alavên tûj ku piştî îşkencekirin û avêtina termên wan di kanalên kanalîzasyonê de ji bo veşartina tawanên xwe, pêk dianîn. Her wiha kamp rastî 13 rewşên revandina niştecihên wê ji aliyê van şaneyên terorîst ve hat. Di heman demê de jî rastî rewşên şewtandina konan ku dema qurbanî tê de di xew de bûn, wêrankirina madeyên alîkariyê û malzemeyên saziyên tenduristî û xizmetguzarî û gelek rewşên ku tê de xwestin aloziyê derxin û hewl bidin ku dîwarên parastinê li derdora kampê rakin, hat.
Bi zêdebûna gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, eşkere bû ku çalakiyên teroristî di kampê de zêde bûne. Jixwe amarên li ber dest teqez dikin ku di van mehên ku dewleta Tirk êrîş û gefên xwe berdewam kiriye, ev çalakiyên teroristî zêde bûne. Hejmareke mezin ji serçeteyên DAIŞ’ê li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dimînin ku operasyonên terorîstî li herêmê birêve dibin, bi taybetî li kampa Holê û derdora wê. Jixwe delîl, belge û her wiha îtirafên gelek terorîstên ku hatine girtin piştrast dikin ku Tirkiye her cure hêza xwe ya îstîxbaratî, ewlehî û diravî ji bo şaneyên DAIŞ’ê li kampê û derveyî wê bi kar tîne, ji bo ku wan bi rengekî xurtir bi şebekeyên teroristî yên li herêmên dagirkirî li Bakurê Sûriyeyê ve girê bidin her wiha ji bo ku bi berdewamî tirsê bixin nava kampê da ku ewlehî û îstîqrara hemû herêmê têk bibin.
“Heta niha bi bedelên giran gelek çalakî li dijî şaneyên çeteyan hatine lidarxistin”
Bêguman hêzên me ji bo ku rê li ber zêdebûna metersiya çeteyan û şaneyên wan bigrin, gelek bedelên mezin dan. Me bi riya hemleyên xwe yên ewlehiyê, gelek çalakiyên terorîstî têk birin û her wiha ji bo parastina niştecihên kampê me gelek şehîd dan. Di heman demê de jî tevî şert û mercên awarte yên ku rû bi rûyê me bûne û heta niha bi rû birûbûna şaneyên rêxistina terorîst em lê rast tên ku ev şane ji şert û mercên mirovî yên kampê sûd werdigirin û xwe di nav jin û zarokan û di tunelan de xwe vedişêrin ku hêzên me gelek caran di nava komînên niştecihan de ev tunel dîtine, em li ser pabendbûna xwe ya bi prensîb û rêzgirtina tam ji zagonên navdewletî yên girêdayî bi mafên mirovan ve teqez dikin.
Nebûna plansaziyek navdewletî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nederxistina dewletên peywendîdar hemwelatiyên xwe ji kampê û her wiha nedana piştgiriyeke têr û bi bandor ji hêzên me û saziyên Rêveberiya Xweser re, bûne sedema zêdebûna metirsiya li kampê ji niştecihên wê û derdora wê re û di heman demê de jî ji bo hewlên têkbirina terorê dibin xeterî, lewre û li ser vî esasî em civaka navdewletî ji rewşa dawî ya ku gihiştiye asteke ciddî berpirsyar dibînin, ji ber ku ew çavên xwe li ber şebekeyên têkilî û diravî yên di navbera van şaneyên terorîst û serçeteyên wan ên ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dimînin, digirin.
“Ev operasyon demek dirêj ji ber êrîşên dewleta tirk hat paşxistin”
Li ser vê bingehê, em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ’ê, qonaxa duyemîn ya operasyona ewlehî û mirovî di kampa Holê de ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, zuhakirina jîngeha bixwîna ya ku ji wan re dibe alîkar û her wiha ji bo xelaskirina niştecihên kampê ji teror û belaya wan, radigehînin.
Ev operasyon demeke dirêj bû ji ber êrîş û gefên dewleta Tirk ên dawî hatibû paşxistin. Eger em niha tevnegirin dê dever, herêm û cîhan tev rastî gelek pirsgirêkan were lewra em bang li hemû dewlet û rêxistinên pêwendîdar dikin ku di vê operaseyonê de piştgiriya me bikin û heta bidawîhatina wê û gihîştina armancên wê, piştgiriyên pêwîst ji niştecihên kampê re pêşkêş bikin.
Em careke din piştrast dikin ku em ê bi zagon û destûrnameyên mafên mirovan pabend bibin. Bi tayebetî yên ku kar dikin li ser rêxistinkirina mekanîzmaya ewlehiyê bi hawirdorên ku şaneyên terorîst xwe tê de vedişêrin û ew ji bo çalakiyên xwe yên terorî bi kar tînin."