Li Kampa Holê jinek hat qetilkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê li Kampa Holê cenazeyê jineke ku bi awayekî hovane hatiye qetilkirin, dîtin. Jina ku nasnameya wê nehat diyarkirin tê texmînkirin ku Iraqî ye.

Navenda Nûçeyan – Ewlehiya jiyanê ya jinên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li kampan bi cih bûne, tune ye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh bi şev li Kampa Holê jinek hat qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di navbera korîdora duyemîn û sêyemîn a kampa penaberên Iraqî dîmin de, cenazayê jineke ku bi awayekî hovane hatiye qetilkirin dîtin. Li gorî rêveberiya kampê nasnameya wê jinê hîn nehatiye diyarkirin, lê tê texmînkirin ku Iraqî ye.
Ji destpêka sala 2022’an û vir ve li Kampa Holê jin jî di nav de 18 kes hatin qetilkirin, 13 birîndar bûn û rastî êrîşê hatin.