Li Kamerûnê tundiya nav malê zêde dibin
Li Kamerûnê rêjeya mexdûrên tundiya nav malê di van salên dawî de bi awayekî fikar zêde bû.

Navenda Nûçeyan - Li gor rêjeyan li Kamerûn a yek ji welatên Afrîkî tundiya nav malê di van salên dawî de pir zêde bûye. Di navbera salên 2019 û 2020’an de herî kêm 130 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin. Parêzvanên mafên jinan, dibêjin ku daneyên fermî tenê çend ji wan jinên ku ji aliyê mêrên xwe ve êş kişandine an jî hatine qetilkirin vedibêje.
Piraniya jinên mexdûrên tundiya nav malê, li hember tevgerên tund ên hevser û endamên malbata xwe bêyî parastineke herî biçûk a yasayî, bi tenê tên hiştin.
Xeta daxwaza alîkariyê pênc qat zêde bûye
Her ku welatan ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Kovîd 19 hewildanên xwe lêz dikin, tundiya li dijî jinan û bi taybetî jî tundiya nava malê zêde bû û li hin welatan têkiliya xeta alîkariyê pênc qat zêde bû.
Wek encama van cejnan, gelek jin di malên de ji aliyê hevser û endamên malbata xwe ve rastî tundiya nava malê tên û jinên bêhejmar ên ku li seranserê cîhanê bi tundiya nav malê re rû bi rû dimînin ne di bin ewlehiyê de ne. Yên li jiyanê dîminin ji nişka ve xwe bi îstîsmarkaran re rû bi rû dibînin. Bi zorê bihev re jiyan kirin, windakirina kar, zêdebûna stres û fikara pêşerojê li malê bû sedema zêdebûna stres û zemînek ji bo îstîsmarkaran dabîn kir.