Li Japonyayê hejmara kesên di erdhejê de mirin bû 203

Hejmara kesên ku di erdheja li eyaleta Îşikawa ya Japonyayê û li vê hermê li perava nîvgirava Notayê jiyana xwe ji dest dane bû 203.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya ku Walîtiya Eyaleta Îşikawa diyar kir ku hejmara kesên di erdheja Japonyayê ku di 1’ê Çileyê de bi pileya 7,6 de jiyana xwe ji dest dane bû 203 kesan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li 22 herêmên cuda 26 hezar kes li 400 xalan bi cih bûne, ji ber girtina rê 3 hezar û 100 kes asê mane.

Ji 68 kesan agahî nayê girtin

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku li tevahî herêmê ji ber erdhejê di encama birîndarbûnên cuda de 566 kes tedawiyê dibînin, zanyariya ku ji 68 kesan xeber nayê girtin hat parvekirin. 

Serokê Parastina Japonyayê Kihara Minoru di daxuyaniyê de da zanîn ku 6 hezar û 300 personelên hêzên parastina cewherî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgariyê li herêmê bûne. Di nîvgirava Notayê ku germahiya hewayê nêzî 3 sandîgirat derece xebatên rizgariyê bênavber berdewam dike.

Li gorî ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di navbera 1-5 Çileyê de li nîvgirava Nota ya  Îşikawa û peravên wê, gelek erdhejên bi pileya 5 û 7,6 de pêk hatine.