Li Humsê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Humsê ya Sûriyeyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst gule berdan malên şêniyan, di encamê de jinek hat qetilkirin û ciwanek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Duh bi şev çeteyên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, ketober gule berdan malên li taxa Wadî Elzeeb a bajarê Humsê ya Sûriyeyê. Di encama gulebaranê de jineke ciwan hat qetilkirin û ciwanek jî birîndar bû.

Di 8 mehan de 957 kes jê 30 jin hatine qetilkirin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve, di encama êrişên tolhildanê de li deverên cuda yên Sûriyeyê 957 kes hatine kuştin ku 30 ji wan jin û 21 jî zarok in.