Navenda Nûçeyan- Pêlawanên jin ên ku tevlî meşa ku li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê bi daxwaza îstifa û girtina Serokê Federasyona Pêlewanê Brij Bhushan Sharan Singh ku erîşa zayendî li werzişvanên jin kir, bûn hatin binçavkirin.
Werzişvanên ku bi îdiaya "Serhildan, kombûna dîjqanûnî û astengkirina wezîfekirina erkdarên dewletê” hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin.
Der barê werzişvanên jin de doz hat vekirin. Di nava werzişvanên ku doz li wan hat vekirin de Sakshi Malik û Bajrang Puna yên xwedî madalyayên olîmpiyatê û Vinesh Phogat ê xwedî şampiyoniya cîhanê jî cih digre.
Dîmenên ku aîde kêliya dema polîsên Hindistanê xwepêşandanê jinên çalakvan bi îşkencekirine siwarê otobusan dike, li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin û şermezarkirin.




