Li Hewlêr û Duhokê dû jin hatin qetilkirin

Li Hewlêrê Behar Zekarya Feteha û li Duhokê jina ku navê wê nehat zanîn hatin qetilkirin. He dû jin jî ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Polîs a Hewlêrê da zanîn ku li herema Şemamîkê Bahar Zekarya Fetaha ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû A.Z.M. ve rastî êrişê hatiye. Hat destnîşankirin ku Bahar Zekarya Fetaha li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û kûjer A.Z.M. jî hatiye giritin.

Li Duhokê jinek hat qetilkirin

Midûriyeta Emniyetê ya Duhokê da zanîn ku îro danê siharê jinekê ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye hatiye qetilkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Navê jina ku hatiye qetilkirin nehat dayîn.