Li Hesekê konferansa Hevgirtina Jinan dest pê kir

Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî" li dar xistin.

Hesekê – Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina dalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî " li dar xistin. 600 delegeyên jin beşdarî konferansê bûn.

Konferansê bi avakirina dîwanê dest pê kir û dê rûniştin ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve were vekirin. Piştre dê axaftinên nûnerên jinan rêxistin û saziyên jinan bên kirin. Destpêkê axaftin ji hêla Kombûna Jinan a Zenûbiya bi navê Xûd el-Elî were kirin, bi navê jinên Durzî û bi navê jinên Elewî axaftin bên kirin, bi navê Yekîtiya Jinên Suryan Horo Sîlva El-Esya axaftin bê kirin û ji aliyê Erîf Qasebiyan li ser navê Meclîsa Jinên Ermen axaftin bê kirin.

Dê li ser navê partî û saziyan axaftin werin kirin

Her wiha dê sînevîzyon der barê pêvajoyên Şoreşa Jinan a li herêmê bê pêşandan. Piştre wê bi axaftinên siyasî û rêxistinî bidome û dê endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Foza Yûsif jî biaxive. Li ser navê Yekîneyên Parastina Jin û ji aliyê berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê Suhêl El-Senûh ve jî dê axaftin werin kirin. Her wiha li ser navê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Horo Sebah biaxive, ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif ve û bi navê Yekîtiya Jinên Êzîdî Gulê Cehfer axaftin bên kirin.

Di bernameya konferansê de dê rûniştina ji bo girtina nêrînên beşdaran, çi bi awayekî şexsî  bi riya Zoomê, were veqetandin. Çalakî dê bi daxuyaniyek bi dawî bibe û tê de pêşniyar û encamên herî girîng hene piştî rojeke bi nîqaş, beşdarî û perspektîfên cihêreng ên jinan.