Li Hesekê Komkujiya Ermeniyan hat bibîr anîn

Meclisa Civaka Ermenî a kantona Hesekê komkojiya gelê Ermen ku dikeve sala xwe ya 107’an bi bîranî.

Hesekê - Di sala 1915 an de Osmaniyan li ser gelê Ermen, Suryan, Kildan û Aşûr komkojiya Sêfo pêk anî. Meclisa Civaka Ermen a Kantona Hesekê li Hola Serdem a taxa Mişêrfê a bajarê Hesekê çalakiyek li dar xist. Endam û Rêvberên saziyên civaka sivîl beşdar çalakiyê bûn. Çalakî bi pêşkêşkirina torena leşkerî ji aliyê tabûra Şehîd Nûbar ve des pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meclisa Civaka Ermen a Kantona Hesekê Îmad Teteriyan da zanîn ku 24’ê Nîsanê rojek reş e û nayê ji bîr kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkojiya Sêfo komkojiyek pilankirî bû, ne tenê li ser pêkhateyekê li ser gelek pêkhateyan hat kirin. Em van pilanên qirêj şermezardikin.”

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Erîf Teteriyan jî tekez kir ku bi rêxistinbûna gelê Ermen dê bersiv bidin komkojiya 1915 û wiha domand: “Em tu carî wê komkojiyê jibîr nakin. Duh Osmanîbû, îro jî dewleta Tirk li dijî gelan pilanê qirkirinê dide meşandin. Bêguman ev pilan bi erêkirina hêzên navdewletî bi bêdengiya wan vê yekê diyar dike. Îro di bin sîwana Rêvberiya Xweser de em carek din wekî gelê Ermen li ser lingê xwe sekinîn, me xwe baş birêxistin kiriye û hêza xwe ava kiriye. Emê bi rêxistinbûyîna xwe bersiv bidin van pilanan û rê nedin dijmin carek din komkojiyan di derheqê me pêk bîne.”

Bi navê Tabûra Nûbar Awzanyan Manwêl Hesekê jî diyar kir ku komkojiya Sêfo komployek li dijî gelê Ermen e û wiha got: “Ev komplo îro li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Dixwazin carek din gelê Ermen ziman, çand û nasnameya xwe winda bike lê bila ev yek xewin û xeyal be ji wan re. Emê ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bikin.”

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî Xerîb Hiso balkişand li ser hevgirtina gelan û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Îro hebûna her pêkhateyek di şahî û bîranînan de hevgirtinek ji dil diyar dike. Ev hevgirtin ne ji xwe hatiye, gel gihştiye baweriyekê ku hêzên desthildar çi dixwazin û çi bi serê wan anîne lewma îro di bin pirojeya Netewa Demokratîk de gel hevgirtina xwe xurt dikin da ku bi yek rihî xaka xwe ji dagirkerî û pilanên qirêj biparêzin.”

Piştî axaftinan şanoya bi navê “Maf namire” hat nîşandan, paşê bi stranên Koma Ararat çalakî bi dawî bû.