“Li hemberî siyaseta qirkirinê, di nava jinên ciwan de kurkirina zanebûnê giring e”

Berdevka Koordînasyona Kongra Satr Remziya Mihemd di vê pêvajoyê de lidarxistina komxebta jinên ciwan weke gavek serkeftî nirxand û got: “Pêwiste civak bizanibe siyasta hêzên desthilatdar çiye û çi armanc dike.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Berdevka Koordînasyona Kongra Satr Remziya Mihemd  têkildarî komxebata Yekitiya Jinên Ciwan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Jiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin” lidrxistîn nirxandinên giring kir.

Remziya Mihemd diyar kir ku armanca vê komxebtê danasîna rastiya dijmin û li hemberî wê bilindikirina asta têkoşînê ye û wiha domand: “Pêwiste her kes ziraviya siyaseta hêzên desthilatdar ku li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin bizanibe. Siyasta qirkirin û helandinê bi taybet li ser ciwanan tê meşandin, ji ber ku ciwan dînemîka civakê ne lewma bi taybetî jî bi rêya şerê taybet jinên ciwan tên hedfgirtin. Kombûna bi vê hejmarê ji jinên ciwan û niqaşa wan li ser rastiya dijmin ev bixwe bersiv dayineke ku jinên ciwan gihştine asta rastiya dijmin dizanin. Ev yek jî pir girîng e, dema rastiya dijmin were zanîn dê gavên serkeftî werin avêtin. Yê herî zêde ji bo rastiya dijmin derxîne holê jinên ciwan in ji bo wê baweriya me heye ku bi riya perwerdeyan, xwe û civak rêxistinkirinê dê bigêjin azadiyê.”

“Hevpeymana Civakî ji bo pêşeroja Sûriyê gavek serkeftî ye”

Remziya Mihemd balkişand li ser pêvajoya hesas ku têde niqaş li ser hevpeymana civakî tê kirin û got: “Taybet di vê demê de pêwiste em gavek mezin bavêjin, pêkanîna hevpeymana civakî gavek serkeftiye ji bo pêşeroja Sûriyê. Di hevpeymanê de jinên ciwan cih girtine û ji bo rêxistinkirina civakê dê kar û xebat bidin meşandin. Sekna jinên ciwan li hemberî siyaseta rejîma Baas ku li ser herêmê bi giştî tê meşanidn wê eşkere bibe. Pêwiste em vê siyaseta desthildaran a binpêkirina mafan û anîna dagirkeriyê li herêmên me bi destê rejîmê bidin eşkere kirin û li hemberî wê helwest were nîşandan.”

Remziya Mihemd Encamên komxebata jinên ciwan di çend xalan de bi cewher kir û wiha anî ziman: “Piştî komxebat bi dawî bû, encamname ji bo têkoşîna li hemberî siyasta dijmin hat diyar kirin. Pêwiste jin vê pêvajoyê di hemû saziyan de li kuderê dibe bila bibe xwe perwerde bike hem jî tevlî perwerdeyan bibe. Hewceye li hemû qadan komxebatên bi vî rengî werin lidarxistin. Jinên ciwan pêwiste milê parastina cewherî pêşbixin û rê nedin şaristaniya qabîtalîzimê. Zêdekirina civînên gel û yek ji erkên serke perwerdekirina malbatê. Zêdekirina civînên ji bo gel û têde bandora şerê taybet li ser ciwanan. Di asta şerê gelê şoreşgerî de tevgerandin û berdewama berxwedaniyê yek ji erkên sereke ye. Rastiya dijmin wekî semîner ji gel re wer dayîn û zêdekirina hijmara jinên ciwan di nava xebatan de. Komxebatek li ser asta giştî ya sûriyê were li dar xistin. Di komxebatan de rola jinên ciwan baş were diyarkirin.”

 Remziya mihemed bang li hemû jinan kir ku li hemberî siyaseta qirkirin û koletiyê bawerî û kurkirina zanebûnê weke rêya çareseriyê bibînin û di van aliyan de perwerde bikin.