“Li hemberî êrîşan pêdivî bi amadekariyên şerê gelê şoreşgerî heye”
Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên El-Ibêd û Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Semer Xelîl têkildarî gefên ku Erdogan li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe axivîn û dan zanîn ku ger êrîşek pêk were jî wê ji zarokên 7 salî heya 70 salî çekan hilgirin û li hemberî dagirkeriyê parastina hebûn û rûmeta xwe bikin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erodgan di vê dema dawî de gefên destpêkirina êrîş ango operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwe. Tevî ku ev çend salên dawiyê êrîş û binpêkirinên wî li hemberî vê axê û parçekirina xaka Sûriyeyê ranewestiyane jî behsa êrîşan dike. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên El-Ibêd û Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl nêrînên xwe anîn ziman.
“Erdogan niha di rewşeke krîtîk de ye”
Madlên got ku serê du salan e êrîş û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li hemberî xaka me û bi taybetî li aliyê Til Temirê ranewestiyane û wiha domand: "Gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, ji ber ku ev du salên dawiyê êrîş, binpêkirin, bombebaran û topbarana li dijî herêmên me qet ranewestiyaye. Rast e! gefan dixwe lê di heman wextê de jî êrîşên xwe nesekinandiye. Erdogan niha di rewşeke krîtîk de ye, ji ber danûstandinên welatên navneteweyî û piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re. Di heman demê de niha Tirkiye di hundirê welatê xwe de krîzeke aborî ya kûr dijî. Ji lewre Erdogan ji bo ku raya giştî mijûl bike, gefan li herêmên me dixe û armanca wî jî ew e ku hîn bêtir xaka Sûriyeyê parçe bike û aramî û ewlehiya heyî têk bibe."
“Divê em xwe ji bo şerê gelê şoreşgerî amade bikin”
Madlên da payin ku ew bi êrîşên dagirkeriyê re xeterên pir cidî dijîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber ku em bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin û ev xeteriyeke pir cidî ye divê ku gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji biçûk heya mezinan, xwe bispêrin parastina cewherî û li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe amade bikin. Ji bo ku em bikaribin hebûna xwe biparêzin divê em her kêlî amade bin. Tu hêz ango dewletên navneteweyî nayên piştgiriya me nakin û di berxwedaniya li hemberî dagirkeriyê de em bi tenê ne û bi serê xwe ne ji lewre tu hêviyên me ji hêzên navneteweyî tune ne û me sekna wan a bi Tirkiyeyê re jî dîtiye û jê agahdar in. Tevî ku hêzên me yên leşkerî wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn, YPJ û QSD'ê hene jî bi perwerdekirina xwe em ê jî bibin hêzek û bi hêzên xwe yên din re di berxwedanê de bi bandor bin. Ger îro em hebûna xwe neparêzin, tu dewlet nayê me naparêze. Ji ber ku ev welat welatê me ye û doza ji bo wê em şer dikin doza me ye."
“Ji ber vê sedemê zora Erodgan çû”
Semer jî da zanîn ku Erodgan piştî hevdîtina bi Putin re hemû hêvî û xeyalên wî bi bayê re çûne û wiha pêl da gotinên xwe: "Hevdîtina Erdogan bi Putin re vê carê cuda bû, kesekî ku rû bide wî û wî pêşwazî bike tunebû wekî ku dibêjin hesabê malê û bazarê li gorî hev derneket. Li aliyê din jî nêrîn û piştgiriya welatên derve ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatiye guhertin û ji berê zêdetir piştgiriyê pê re dikin ji lewma ev yek hişt ku zora Erdogan biçe û bi taybetî wekî ku hêzeke di NATO’yê de be. Ji ber van sedeman li zora Erdogan çû û dest bi gefên êrîşê kir. Îro Erdogan hêzên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dikin û parastina ax û rûmeta xwe dikin, bi terorê tewanbar dike. Di 9 salên şoreşê de ew in ên ku gel ji komkujî û çarenûseke nediyar berovajî parêzgehên din ên Sûriyeyê, parastine. Bi taybetî ya ku îro reng dide hêzên QSD'ê ew e ku ji hemû reng û neteweyên herêmê ne. Ev rengbûyîna wan li xweşa Erdogan naçe."
“Gotineke ku hovîtî û kiryarên wan ên dijexlaqî pênase bike tune ye”
Semer bal kişand ser kiryarên li dijî sivîlên herêmên dagirkirî tê kirin û wiha pêde çû: "Ger îro QSD bi terorê were tewanbarkirin dive mirov li kiryarên dijexlaqî yên çeteyên dewleta tirk bi polîs û leşkerên wê ve li dijî herêmên dagirkirî dikin binêre. Ji revandin û tecawizkirina jinan, kuştin û talankirinê ev hemû tên çi wateyê û çawa pênase dikin? Em ê çi navî li çeteyên wî bikin, di vê rewşê de. Ger êrîş bike jî wê çi herêmeke ewle ava bike? Wê gel li ser çi esasî biparêze? Êdî rastiya dagirkeran diyar e û kesek ne kor e her kes her tiştî dibîne."
“DAIŞ a ku QSD'ê ew têk bir Tirkiye wê bi hêz dike”
Semer da xuyakirin ku ew di rojên pêşwazîkirina salvegera rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ'ê de ne û wiha behsa vê yekê kir: "DAIŞ çêkera Tirkiye û NATO yê ye, yên ku bajarê Reqayê jî dagir kiribûn ew çete bûn û yên ku sivîl kuştin û kiryarên dijmirovî kirin dîsa ew bûn. Lê di vir de Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê erka hilweşandina xîlafeta DAIŞ'ê û parastina gelê wê hilgirt ser milên xwe û ew ji pencên hovan rizgar kirin. Ê di vir de êrîş û armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku ji nû ve DAIŞ’ê bi hêz bike û nefeseke din bide wê. Em di wê baweriyê de ne jî yên ku niha li herêmên dagirkirî bi rehetî digerin û bêcezakirin tevdigerin çeteyên DAIŞ'ê ne.
Semer di dawiyê de got ku ew ê heya dawî parastina ax û rûmeta xwe bikin û li kêleka şervanên xwe bin û ji wan re bibin hêz.