Li Helepceyê biryara 1325’an hat goftûgokirin

Li Helebçeyê di semînerek der barê biryara 1325 Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina jinan, guftûgo hat kirin bi semîneran hewl tê dayîn ku tundîtujiya hemberî jin û zarokan kêm bikin.

Helepçe - Rêxistina Lane ya Zarokên Kurdistanê di çarçoveya parastina mafên jinan de bi navê “Şîdeta li dijî jinan û biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî” li Navenda Ciwanên Helebçeyê semînerek da.

Di semînerê de gelek jin amade bûn. Kewser Beşîr a serpereşta vê projeyê ji ajansa me re axivî û got: “Ev projeya ji bo parastina mafên jinan û keçên ciwan ên li herêma Helepçeyê û bajarokên derdorê ye. Armanca me ew e ku em jinan hişyar bikin. Di vê semînerê de me gelek proje ji bo jinan amade kirin. Piştî sê mehan projeya duyemîn a taybet bi ciwanan re di dibistanan de em ê pêşkêş bikin û armanc ew e ku hê zêdetir ciwan û jinan der barê biryara 1325 a konseya ewlehiyê ya taybet de ji bo jinan agahdar bikin.”

“Ji bo parastina jinan ev biryar hat girtin”

Parêzer Dêrîn Aso jî der barê biryara 1325’an de axivî û got: “Ev proje di 31’ê Cotmeha sala 2000’an de ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin. Bi taybetî ji bo parastina jinan di dema şer de. Ji ber wê yekê qurbaniyên yekem jin û zarok in, ji bo parastina jinan ev biryar hatiye girtin. Mînak ji bo jinên Êzidî tenê ev biryar nebes e û divê gelek biryarên din li ser vê bingehê werin girtin. Ev proje di çarçoveya kêmkirina tundîtujiya li hemberî jinan û zarokan de hatiye girtin. Biryar hat girtin ku em hinek semînerên din li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê li dar bixin û ji bo zêdetir hişyarkirina civakê û parastina zarokan ji destdirêjî û tundîtujiyê xebatên bi vî rengî bidomînin.”