Li Helepçe perestarên pîrik hatin xelatkirin
Perestariyên pîrik bi boneya roja cîhanî ya pîrikan û ji ber westandinya wan ji bo xizmetkirina di aliyê tendirustî de, ji aliyê rêveberê giştî yê tendirustiya Helepçe ve hatin xelatkirin.
Helepçe – Bi boneya roja cîhanî ya perestarên pîrik li hola nexweşxaneya ku kesên di komkujiya Helepce de ji ber çekên kîmyevî birîndar bûbûn û li wir dihatin dermankirin, ji 15 perestarên pîrik ên jin re ji bo westandin û xizmeta wan a di aliyê tendûristiyê de xelata rêzgirtinê hat dayîn.
Bijîşka nexweşxaneya jin û zarokan ya Helepçe Nesîm Mehemed Reza vê rojê li perestarên pîrik pîroz kir û wiha got: “Em wan weke li gel xwe dibînin, ji ber di aliyê derunî û zanîstî de welîdandina zarokan û alîkarîkirina kesukarên nexweşan de xwedî rolek gelek baş in.”
Perestara pîrik Bêrîvan Mehemed Qadir sipasiya hemû nexweş û hevpîşeyê xwe kir û got: “Karê me ji derveyî welidandina zarokan, welidandina zarokan bi awayek xwezayî û hêsan anîna dinê ye, heta astekê me kariye em alîkariya hemwelatiyên Helepçe bikin.”
8’ê Gulanê weke roja cîhanî ya perestarên pîrikan hatiye diyarkirin, her sal di vê rojê de bi merasîmekê xelatên rêzgirtinê ji perestarên pîrik re tên dayîn û bi vê boneyê duh li Helepçe 15 perestarên jin yên pîrik ji aliyê rêveberiya giştî ya tendirustiya Helepçe ve xelatên rêzgirtinê wergirtin.