Li Helebê têkildarî zewaca zû û bandorên wê atolyeyek hate li dar xistin
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Helebê bi beşdariya partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de bandorên derûnî, civakî û aboriya ya zewaca zû ya li ser zarokên keç hate nîqaşkirin.
Heleb – Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, îro bi sernavê "Zewaca zû û bandora wê ya li ser civakê” atolyeyek li dar xist. Ji atolyeyê re partiyên siyasî, nûnerên saziyên civaka sivîl, aktîvîstên jin ên serbixwe û gelek jin beşdar bûn.
‘Zewaca zû zarokan ji mafên wan ên bingehîn mehrûm dike’
Atolye bi mijara sereke ya "Zewaca zû û bandora wê li civakê" ji aliyê şêwirmenda civakî Ferîde Îbrahîm ve hat destpêkirin.Ferîde Îbrahîm, got: "Zewaca zû zarokan ji mafên wan ên bingehîn mehrûm dike, gefan li tenduristiya wan a fîzîkî û derûnî dixwe û mezinbûna wan asteng dike û barekî mezin dixe ser milê wan."
Ferîde Îbrahîm, destnîşan kir ku pêdiviya têkoşîna dijî "zewaca zû" bi yekkirina hewlan bi rêya hişyarkirin, peydakirina fêrkirina baş, xurtkirina jinan û guhertina çarçoveyên qanûnî û civakî yên piştgiriya derxistina zewaca qanûnî dikin, heye.
Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Kibik bal kişand ser girîngiya xurtkirina hişmendiya malbatê ji bo avakirina nifşekî bikare biryarên xwe bi azad bibe û rastiya têgeha zewacê dûrî zextên civakî û qanûnên heyî fêm bike.
‘Zewac bi têgihaştin, lihevkirin û rakirina berpirsyariyê tê pîvandin’
Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîm Hesen, got zewaca zû îstîqrareke rastîn çênake, lê jina ciwan ji firseta xwenaskirin û hilbijartina jiyana xwe bi awayekî azad mehrûm dike û diyar kir ku "Zewac bi têgihaştin, lihevkirin û rakirina berpirsyariyê tê pîvandin, ne bi derxistina qanûnan."
‘Zewac ne armanca jiyanê ye’
Beşdaran, diyar kirin ku bi rêya dibistan, malbat û medyayê çanda hilbijartina hişmend derbasî aqlê zarokên keç tê kirin û divê li şûna fikra zewaca zû, girîngiya biryarên gihîştî bê tekez kirin: "Em naxwazin zarokên keç li dijî demê pêşbaziyê bikin; em dixwazin bi demê re mezin bibin. Zewac, ne armanca jiyanê ye, qonaxek e û pêvajoyek zewacê ku bi hişmendî dest pê dike, sûdmendtir e."
Atolye bi girîngîdayîna têkoşîna li dijî van rewşan, xebitîna ji bo pêşxistina hişmendiya malbatê û xurtkirina jinan di tevahî waran de bi dawî bû.