Li Helebce ji bo zarokên taybet navenda perwerdehiyê hat vekirin
Wezîrê Karûbarên Civakî ya di vekirina navenda Otîzmê de amade bû diyar kir ku hebûna navendên otîzmê ji bo ji perwerdehiyê bêpar nemayîna wan girîng e.
Helebce - Duh li bajarê Helebce bi amadebûna Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Kowestan Mihemed navenda Otîzmê hate vekirin.
Wezîrê Karûgbarên Civakî Kiwêstan Mûhemed tekezî li ser giringiya vekirina navendeke bi vî rengî kir û da zanîn ku ew di nav hewildanan de ne ku zarokên wiha yên xwedî pêwistiyên taybet bikaribin perwerde lê bibînin.
Derbarê wergirtina karmendan bo navenda otîzmê ya li Helebce jî, Wezîrê Karûbarên Civakî got, tê plankirin ku ji 4 hezar daxwaznameyên ku hatine pêşkêşkirin, 30 karmend ji bo navenda otîzmê ya Helebceyê bi awayekî zelal werin wergirtin.