Li Hatayê di konê mexdûrên erdhejê de şewat derket

Li navçeya Îskenderûna Hatayê di konê ku mexdûrên erdhejê lê diman de şewat derket 3 kes birîndar bûn.

Hatay - Hat hînbûn ku bi şev saet di 02:00 de li konê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatiye vedan li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Navçeya Denîzcilerê ya navçeya Îskenderûna Hatayê şewat derket. Di şewata ku tê texmînkirin ji elektrîkê derketiye Ertuğ Veli Eker (18), Yeşîm Eker (17) û Elîf Mislina Eker (4) birîndar bûn.  kesên ku rewşa wan giran e, ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hatin kirin. Her du hê jî di bin dermankirinê de ne.