Li Ewropayê jin ji bo Nagîhan Akarsel li qadan bûn

Qetilkirina Edîtora Kovara Jineoloji Nagihan Akarsel, li gelek welat û bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan – Qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnameger û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di encama êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê de, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin. Jinan ji bo Nagîhan Akarsel daketin qadan û xwestin demildest sûiqast bê ronîkirin. 

Girseya ku li paytexta Îngilterê ya Londonê bi banga Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilîstanê hatin cem hev,  ji bo şermezarkirina qetilkirina Nagîhan Akarsel li ber Stasyona Manor House li hev civiyan. Girse, wêneyên Nagîhan Akarsel ku li ser dirûşma 'Jin jiyan azadî' hatiye nivîsandin û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPJ'ê hildan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vê êrîşa dewleta Tirk a qirker bi kîn şermezar dikin. Dewleta Tirk a faşîst hewil dide bi qetilkirina pêşengan pêşî li şoreşa jinên li Kurdistanê bilind dibe bigre. Lê belê faşîzm û hevkarên xayîn wê tu carî nikaribin vê bi ser bixin. Em vê qetlîam û paşverûya faşîst a rêhevala me Nagihan qetil kir, şermezar dikin û careke din destnişan dikin ku em ê bi şoreşa azadiya jinê hesab ji wan bipirsin.”

Fransa

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê çalakî pêk hat. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan pêkhat de, bi van gotinan banga daketina kolanan hat kirin: "Li Merîwanê Şîlêr Resûlî, li Tahranê Jîna Emînî û herî dawî li Silêmaniyê Nagihan Akarsel bi awayekî hovane hat qetilkirin. Komên faşîst di şexsê jinên azad de li dijî gelê Kurd komkujiyan pêk tînin. Bêdeng mayîn û temaşekirin dê bibe sedema komkujiyên nû. Sibe pir dereng e, niha.”

Banga bilindkirina têkoşînê

Li bajarê Rennesê jî çalakî hebû. Di daxuyaniya çalakiya şermezarkirinê ya li Qada Republique hat lidarxistin de, wiha hat gotin: " Roj bi roj mezinbûna têkoşîna jinan ya li dijî rejîmên faşîst û baviksalarî, jin dibin hedefa dewletê. "Ev êrîşa li dijî gotina 'jiyan azadî' û paradîgmaya jina azad dê bibe sedema me ya xurtirkirina têkoşînê. Li ser vê bingehê, em bang li hemû jinan, gelê Kurdistanê û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrîşa li dijî paradîgmaya jina azad, têkoşîna Kurd û gelê Kurd bikevin nava tevger e.”

Almanya

Kurdên ku li Kantona Bernê ya Swîsreyê hatin cem hev, qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kirin. Di daxuyaniya li Qada Bernê Bahnhofê hat kirin de Hevseroka Meclîsa Şehîd Atakan a Bernê Mîne Çetînkaya axivî. Mine Çetînkaya ya got Tirkiye Kurdan qetil dike, da zanîn ku tevî êrîşan jî dê têkoşîna jinê bigihijê serkeftin e.

Piştre endama FEDA'yê Songul Çelîk a mafê axaftinê girt, diyar kir ku ev komkujî encama zîhniyeta faşîst, tekparêz û înkarker e.

Em ê hesab bipirsin"

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê jî çalakiya şermezarkirinê hebû. Di daxuyaniya li Frankfûrt Romerberg hat xwendin de wiha hat gotin: "Her ku têkoşîna jinên Kurd gerdûnî dibe, êrîşên li dijî jinê zêde dibin. Em wek jinên Kurd Nagihan Akarsel in, em bi hezaran in. Bila pergala serdest a mêr ji me jinan bitirse. Em ê ji xiyanetkarên ku hevkarên faşîzma AKP-MHP'ê ne jî hesab bipirsin. Têkoşîna me dê bi mezinbûne, didome û dirûşmeya Jin jiyan Azadî dê bibe dawiya we. Em jin dê hesabê van hikûmetên qirêj û faşîst bipirsin."

Em ê paradîgmaya 'Jin, jiyan, azadî' bidomînin

Kurdistaniyên ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê li Stephansplatzê li hev civiyan, qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kirin.

Li Kampa Lavrîo ya nêzî Atînaya paytexta Yewnanîstanê jî, qetilkirina Nagihan Akarsel a bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga çalakiya lezgîn ya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Teko-Jin li stasyona trenê ya navendî ya Swîsreyê hatin cem hev, li vir mîtîngek lidar xistin. Hevseroka YJK-S'ê Selma Sûrer wiha got: "Ne tesaduf e ku îro li cîhanê jinên pêşeng ên paradîgmaya 'Jin, jiyan, azadî' ava kirine, dibin hedef. Ev êrîşa hovane ya rejîma faşîst a AKP/MHP’ê jî nîşanek dijminatiya wî ya li dijî jin, jiyan û zindiyan e. Em ê paradîgmaya 'Jin, jiyan, azadî' ya ku hevala me Nagihan parêzvana wê bû, ji cihê hiştiye, bidomînin." Li Baselê jî jin di çalakiyê de bûn.

Ji Meclisa Jinan a HDP’ê li 51 bajaran çalakî

Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama êrîşeke sûîqestê ya li Silêmaniyê de hatibû qetilkirin, dadikeve qadan. Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê dê îro û sibe li 51 bajaran daxuyanî bên dayîn. Her wiha dê qetilkirina Akarsel li sedan navçeyan bê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em ê bi pêşengtiya jinan pergaleke demokratîk ku azadiya jinê tê de serwer teqez ava bikin. Mezinkirina têkoşînê dê bibe soza me ya ji bo Nagihanê. Em ê ne pênûsa wê, ne xeyalên wê û ne jî dengê bi tu awayî li erdê nehêlin. Me pênûsa Nagihanê rakir û dê li her qadê dengê wê bilind bikin. Em ê dirûşma xwe ya jin, jiyan, azadî li her deverê bi dengekî herî bilind berz bikin."