Li Enqerê du jinên ciwan Sevîm û Hulya hatin girtin

Endama Lijneya MYK’ê Sevîm Akdag û endama berê ya MYK’ê Hulya Ertaş di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û piştî îfadên wan girtin ew girtin û şandin girtîgehê

ENQERE – Endama Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê Sevîm Akdag û endama berê ya MYK’ê Hulya Ertaş li Enqerê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Du jinên ciwan ên di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere bû de hatibûn binçavkirin, piştî 15 saetan li edliyeyê derketin Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Nobedar û îfadeyên wan hatin girtin. Axaftinên bi telefonê yên ji bo 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di 25’ê mijdara 2018’an de li Amedê hatibû lidarxistin weke sûc aresteyî ciwanan hatin kirin. Bi angaşta “endamtiya rêxistinê” ew girtin.