Li Enqerê dê 'Mîtînga Jinan' bê lidarxistin

Rêxistinên Jinan, ji bo “Mîtînga Jinê” ya di 10'ê Çileyê de li Enqereyê derbixin, banga beşdarbûnê kirin.

Li Enqerê dê 'Mîtînga Jinan' bê lidarxistin

Enqere – Li Enqereyê ji bo "Mîtînga Mezin a Jinan a ji bo Maf, Jiyan û Azadiya Me" a piştî banga hevbeş a 37 rêxistinên jinan dê di 10'ê Çileyê de pêk were, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

'Ji bo aştî û azadiyê, di 10'ê Çileyê de ber bi Enqerê ve'

Jinan di daxuyaniya xwe de gotin:"Bila ew kesên ku hewl didin me neçar bikin ku em teslîm bibin, ew kesên ku hewl didin daxwaza me ya wekhevî û azadiyê bitepisînin, vê bizanin: Em ê bêdeng nemînin, em ê netirsin, em ê paşve gavê neavêjin! Di 10'ê Çileyê de; ji bo parastina bawerî, nasnameya xwe û jiyana xwe, em ê li kolanan, mil bi mil, li dijî kesên ku hewl didin mafên me desteser bikin û pêşeroja me tarî bikin, bin! Ji bo wekheviyê! Ji bo azadiyê! Ji bo edaletê! Em bang li hemû jinan dikin ku di 10'ê Çileyê de werin Enqereyê!”