Li Edîrneyê nijadperestan êrîşê endamên Partiya Çepên Kesk kirin

Li Edîrneyê di êrîşa komeke nijadperest a li dijî endamên partiyê yên li standa Partiya Çepên Kesk de milê Sare Ay ji 3 cihên cuda şikest. Li şûna êrîşkaran endamên Partiya Çepên Kesk hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya xebatên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edîrneyê de, di 3’ê Gulanê de li Kolana Saraçlarê ya yek ji kolanên herî çalak stand hat dayîn. Endamên partiyê yên li ber standê bûn, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa nijadperestan hatin.

7 endamên Partiya Çepên Kesk hatin binçavkirin

Di êrîşê de namzedê partiyê yê Eskîşehîrê Serdam Zimba û Sare Ay birîndar bûn û milê wan şikiyan. Polîsan li şûna kesên êrîşkar, 7 endamên Partiya Çepên Kesk ên ku rastî êrîşê hatibûn, binçav kirin. Piştî îfadeya li Emniyeta Edîrneyê ji 7 endamên partiyê 6 kes hatin berdan, welatiyê bi navê Suleyman Hîzmalî bi îdiaya "Birîndarkirinê" ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Sare Ay (55) a ku milê wê ji aliyê êrîşkaran ve ji sê cihên cuda ve hat şikandin û ji cuda birîndar bû, piştî emeliyata ku 3 saetan li Nexweşxaneya Sûltan Birîncî Mûratê domand, girtin beşa muşahedeyê. Tê payîn ku Sare Ay îro bê tabûrcîkirin.

'Çend deqe li serê min û milê min xistin'

Sare Ay, diyar kir ku êrîşkarên di startê de êrîşî wê û hevalên wê yên xebatê kirine, bêguneh bûne, da zanîn ku tevî çiqas di pevçûnê de ketiye erdê jî ji aliyê êrîşkaran ve bi deqeyan li erdê hatiye derbkirin. Sare Ay wiha got: “Piştî ku ez ketim erdê, êrîşkaran bênavber li serê min û êrîşkarê din jî bi deqeyan li mil û çoka min xist. Yên êrîşkar ne em bûn, êrîşkar aliyê din bûn. Mafên me biparêzin."