Li Edenê 35 kes hatin binçavkirin
Li Edenê di saetên sibehê de di serdegirtinên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û gelek malan de 35 kes hatin binçavkirin.
Edene - Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya di çarçoveya lêpirsîna derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê vekirî de biryara binçavkirina 38 kesan da. Polîsan îro di çarçoveya lêpirsînê de bi ser Navenda Çandê ya Binevşê û hinek navnîşanên li Edene, Mêrsîn, Amedê de girt. Hat zanîn ku polîsan di dema serdegirtinan de deriyên avahiyan şikandin û welatiyan derb kirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne:
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çukurovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk û xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzu, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Uzun, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Uzun, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Durgut, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykut, Ramazan Demîrhan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.