Li DYE’yê bi hezaran jin li dijî biryara kurtajê daketin qadan

Li DYE’yê bi hezaran jin li ber Qesra Spî kom bûn û li hemberî biryara Dadgeha Bilind a betalkirina biryara ku kurtajê weke mafekî destûrî diparêze, bertek nîşan dan.

Navenda Nûçeyan- Li DYE’yê çalakiyên jinan ên li dijî biryara Dadgeha Bilind a betalkirina biryara ku kurtajê wekî mafekî destûrî dibîne, didome. Jin li ber Qesra Spî ya Washington DC hatin cem hev û pêşandaneke din a mezin li dar xistin.

Çalakî ji aliyê Meşa Jinan ve hat organîzekirin û banga dê ev demsal bibe "Havîna hêrsê" hat kirin. Daxwazên Meşa Jinan, ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden ve ragihandina rewşa awarte ya neteweyî ye ku dê destûrê bide Hikûmeta Federal ku fonek zêde ji bo prosedurên kurtajê veqetîne, rêbernameya federal a ji bo zêdekirina gihîştina hebên kurtajê û ji bo peydakirina dezgehên ku karûbarên kurtajê dabeşkirina axa federal.

Çalakiya rûniştinê ya jinan

Jin danê sibehê li Qada Franklinê li hev civiyan û tevî ku rêyên zengilê ji aliyê polîsan ve hatin girtin jî heta Qada Lafayette ya li ber Qesra Spî meşiyan. Jinên ku cilên kesk li xwe kiribûn pankartên "Ji hêqên min dûr bikevin", "Rewş ewqas xerab e ku kesên ne siyasî jî li vir in" vekirin û li ber Qesra Spî çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakiya jinan didome.